AVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên bi hemû cureyên çekan ên hewayî û bejahî berdewam in.
Tevî biryara fesixkirinê ya PKK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke girîng weşand.
Li gorî nûçeya ANF’ê, HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Weke ku raya giştî pê zane, hêzên me bi pêvajoya agirbestê re ku 1'ê Adarê destpê kir, derbasî pozîsyoneke cuda bûn. Lê belê li herêmên Zap û Metînayê hêzên artêşa Tirk li pey firsendê ne, çalakînekirina hêzên me ji xwe re weke firsendê dibînin, lewma bi rehetî tevdigerin û hewl didin qadên gerîla dorpêç bikin. Bi vî rengî pozîsyona agirbestê bi rengekî gelekî qirêj bi kar tîne û dixwaze berxwedêrên tunelan îmha bike. Ev êrişên ku di daxuyaniyên xwe yên rojane de me detayên wê parve kir, nîşan dide ku hêzên artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, droneyên bombebarkirî, sondajên hewl didin tunelan qul bikin, kepçeyên hewl didin tunelan hilweşînin û bi çekên giran êrişî tunelên me dikin. Li gel biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê jî artêşa Tirk bi taybetî li gundê Sêgirê û Girê Amediyê yên nêzî navçeya Amediyê û gundê Şêlazê yê Metînayê yên li başûrê Kurdistanê, li ser qadên me rojên dawî gelekî gazên kîmyewî bi kar tîne. Artêşa Tirk ji xwe re kiriye armanc ku bi taybetî li van sê kampan hêzên gerîla bi gazên kîmyewî îmha bike.
Eşkere ye ku meyleke rantxuriya şer li vir tevdigere ku dixwaze biryarên kongreya 12'emîn a tevgera me û daxwaza Rêber Apo têk bibe. Ev hewldana feraseta komkujiyê ya alîgiriya şer ku hewl dide bi sûdwergirtina ji şert û mercên agirbestê li van sê nuqteyan gerîla îmha bike, nêzîkatiyeke nemerdane ye. Hem dixwaze vê yekê bi çekên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin bike, hem jî pêvajoya aştiyê sabote bike. Bi vî rengî di êrişkariyê de israr dike. Bila xwediyên vê êrişê zanibin; eger van êrişên xwe yên qirêj nesekinînin wê hêzên gerîla jî mafê xwe yê derbasbûna li pozîsyona çalakiyê bi kar bînin û bi rengên cuda bersivê bidin. Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, divê ev feraseta rantxuriya şer a li pey qehremaniya erzan, firsend, namerd û qirêj e, bê rawestandin. Eşkere ye ku eger ne ji pozîsyona agirbestê bûya wan nikarîbû bi vî rengî dorpêçî bikira. Eşkere ye ku dixwazin sûdê ji vê werbigire û encamê bi dest bixe. Her beşê ku alîgirê aştî û çareseriyê ne, em bang li wan dikin ku di vê mijarê de bi înîsiyatîf rabin. Her wiha em bang li hemû saziyên alîgirê mafên mirovan dikin ên ku li ber bikaranîna çekên qedexekirî radibin, bang li hemû derdorên alîgirê aştî û demokrasiyê dikin ku li pêşiya dewleta Tirk bibin asteng ku li Metîna û Rojavayê Zapê bi rengekî li derveyî mirovahiyê çekên qedexekirî bi kar tîne.”
Di berdewama daxuyaniyê de kitekitên êrişan hatin parvekirin. HPG’ê da zanîn ku di navbera 9-12’ê Hezîranê de li herêmên Zap, Metîna û Garê bi dehan caran bi çekên cuda êriş hatine kirin.