RIHA - Rêveberê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê Omer Firat diyar kir ku serkeftina pêvajoya bi pêşengtiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dê ji bo aboriyê gelek sûdewer be û got: “Weke gava ewil divê deriyên sînor bên vekirin.”
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê li seranserî cîhanê deng veda. Li welat û derveyî welat piştgiriya ji bo bangê û biryarên kongreyê her ku diçe zêdetir dibin. Ode û borsayên bazirganiyê yên li Mêrdîn, Elîh, Amed û Şirnexê û navçeyên wan xizmetê didin, bi daxuyaniyekê xwestin ku deriyê sînor ê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de bê vekirin.
Endamê Lijneya Rêveber (YK) a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê Omer Firat diyar kir ku aştî dê ji her alî ve ji bo aboriya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sûdewer be.
‘LI CIHÊ BIRATÎ LÊ HEYE PÊŞKETIN ÇÊDIBE’
Firat, diyar kir ku heke pêvajo rast were meşandin dê tevahiya Tirkiyeyê qezenc bike û got: “Li cihê biratî lê heye hem hizûr, hem hilberîn hem jî pêşketin dibe. Em spasiya hemû aktorên vê pêvajoyê dikin. Hewldanên birêz Sirri Sureyya Onder ku wefat kir, birêz Bahçelî, birêz Erdogan û birêz Abdullah Ocalan gelek biqîmet in. Pêşeroja welat di hizûrê de ye. Riha amade ye ku çanda biratiyê bidomîne. Ji dîrokê ve ye li Rihayê bawerî û nasnameyên cuda bi hev re bi biratî jiyan. Her gava erênî ya li vî bajarî tê avêtin dê bibe mînak.”
Firat, got ku karsaz piştgiriyê didin pêvajoyê û ev tişt anî ziman: “Aştî dê yekser bandorê li pêşketina aboriyê bike. Ji ber ku bêyî hizûrê ne îxracat, ne hilberîn ne jî tiştekî din dibe. Rihayeke îro biîstîqrar û bibawer, dê bi aboriya Tirkiyeyê bide qezenckirin. Di dema aştiyê de ciwan bêhtir afirîner dibin. Tevlibûna jinan a li qada hilberandinê zêde dibe. Em pêşeroja xwe difikirin û piştgiriyê didin pêvajoyê.”
BANGA ‘DERIYÊN SÎNOR VEKIN’
Di berdewamê de Firat anî ziman ku ji bo pêvajo dîsa derbasî qonaxa şer nebe divê gavên hiqûqî bên avêtin û axaftina xwe wiha qedand: “Yek ji gavên aboriyê ku divê were avêtin ew e ku deriyê sînor ê Kobanê-Pirsûsê û Serêkaniyê were vekirin. Di navbera Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê û Kobanê de 35 km hene. Heke ev deriyê sînor vebe dê îxracata ji Kobanê re di rojekê de bigihije wir. Bi taybet jî ji bo Rihayê dê ji hêla aborî ve gelek baş bibe. Em bi taybet jî dixwazin ev deriyê sînor vebe. Her wiha divê deriyê Kaniya Xezalan were vekirin. Divê karsaz bêhtir dengê xwe derxînin û xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji ber ku herî zêde ew jê bibandor dibin. Divê lez bidin pêvajoyê. Ji ber ku çiqas dirêj bibe ewqas jî dê qezayan bi xwe re bîne.”
MA / Ceylan Şahînlî