ENQERE - Teorîsyenê siyasetê yê Amerîkayî Michael Hardt, têkildarî banga Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Ez biryara Ocalan û PKK’ê ya ji bo aştî û demokrasiyê pîroz dikim û piştgiriyê didim wan.”
Teorîsyenê siyasetê yê Emerîkayê Michael Hardt têkildarî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê, peyameke piştgiriyê weşand. Hardt bi berhemê bi navê Piranî ku ev berhem bi yek ji fîlozofên komunîst ên navdar Antonio Negri re nivîsandiye, tê naskirin.
Peyama Michael Hardt wiha ye: “Ez biryara Abdullah Ocalan û PKK’ê ya li ser rêya aştî û demokrasiyê pîroz dikim û piştgiriyê didim. Di vê pêvajoyê de Tevgera Kurd divê têkildarî aştiyê wateyeke nû ava bike û li gorî demokrasiyê çêkerên siyasî yên xweser pêş bixe. Ez bawer dikim ku tevî hêzên zextkar wê vê wezîfeyê bi serketî bi cih bînin; jixwe heya niha qudreta hilberandina nûbûna siyasî gelek caran îspat kiriye. Lewma Tevgera Kurd, hîna jî li her çar aliyên cîhanê çavkaniya îlhamê ye.”