Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin

  • rojane
  • 21:17 17 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Cenazeyê hunermenda gewre ya Kurd Eyşe Şanê piştî 29 salan dê li Amedê were definkirin. 

 
Hunermenda Kurd a gewre Eyşe Şan, di 18’ê Kanûna 1996’an de li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê wefat kir. Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan dê bînin bajarê Kurdistanê Amedê. Cenazeyê Eyşe Şanê dê sibe saet di 08.00’ê de bînin balafirgeha Amedê û li vir bi merasîmekê were pêşwazîkirin. Cenaze dê sibe saet di 10.00’ê de jî li Goristana Yenîkoyê bê definkirin. 
 
Merasîma pêşwazîkirina cenazeyê hunermenda Kurd Eyşe Şanê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vet ê lidarxistin. Tê payîn ku gelek kes beşdarî definkirina cenazeyê bibin.  
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Eyşe Şan, bi hesreta vegera welat dijiya û daxwaza wê bû ku li Kurdistanê bê definkirin. Bi anîna cenazeyê Eyşe Şanê re hesreta wê ya 29 salan jî bi dawî dibe. 
 
EYŞE ŞAN KÎ YE? 
 
Di ser mirina dengbêj Eyşe Şanê re ku yek ji navên girîng ên muzîka Kurdî ye 29 sal derbas bûn. Eyşe Şan a ku di nav gel de wekî "Keybanûya bê tac û text" tê naskirin, di sala 1938'an de li Amedê, tê dinyayê. Eyşe Şan di temenekî biçûk de, di bin bandora bavê xwe de bi muzîkê re eleqedar dibe. Lê belê di hawurdora ku lê dijiya, stranbêjiya wê wekê "guneh" û "şerm" têdîtin. Li ser vê yekê Eyşe Şan li Dîlokê bi cih dibe. Li vir di qonaxên destpêkê de bi karê terzîtiyê debara xwe dike û dest ji muzîkê bernade. Eyşe Şanê keça xwe Şehnaz a ku di sala 1958'an de ji zewaca wê hat dinê, li vir winda kir.
 
STENBOL, BEXDA, ÎZMÎR...
 
Eyşe Şan di sala 1963'yan de ji Dîlokê çû Stenbolê û li wir qeydeke ku ji stranên Kurdî-tirkî pêk tê çêkir. Navê Eyşe Şanê bi strana “Ez Xezal im” dest pê kir. Eyşe Şan ji ber stranên xwe yên Kurdî rastî zextên giran hat û di encamê de di sala 1972’an de li Almanyayê dest bi sirgûnê kir.
 
Serpêhatiya Eyşe Şanê ya muzîkê li vir jî domand. Eyşe Şan a ku li Almanyayê xwe gihand girseyeke qelebalix, di vê heyamê de derket radyoya BBC'yê. Eyşe Şan di sala 1979'an de çû Bexdayê. Eyşe Şanê dengê xwe li vir bi navê “Eyşana Elî” da bihîstin. Li Radyoya Bexdayê bi gelek navên girîng ên muzîka Kurdî yên wekî Mihemed Arif û Hesen Cizrawî, Tehsîn Taha, Meryem Xan, Îsa Bervarî, Kawîs Axa, Gulbahar, Nesrîn Sêrvan û Cemîlê Horo nas kir. Eyşe Şan di sala 1990’î de bi stranên xwe yên “Werin Pêşmerge” û “Newroz Diyarbekir” piştgirî da têkoşîna azadiya kurd.
 
DAYIKA XWE NEDÎT
 
Eyşe Şanê xwest vegere Amedê û dayika xwe ya ku wê wekî yek ji piştgirên xwe yên herî mezin dibîne bibîne. Lê belê ji ber astengiya xizmên wê, daxwaza Eyşe Şanê pêk nehat. Eyşe Şan di vê pêvajoyê de dayika xwe winda kir. Eyşe Şan piştre vê rewşa ku pir bandor li ser kir, bi van gotinan vegot: "Mirina dayika min derbeya herî mezin a duyemîn a jiyana min e. Dilê min hîn birîndar e, hê jî xemgîn im. Derdê dayika min, dis er hemû derdan re ye. Ji roja ku min xwe nas kiriye ez li xurbetê me, min têr ew nedît, ez qet têr nebûm. Bi wê hesretê çû. Em her du jî li ser axê bûn, em li ser heman axê bûn, em di bin heman ezmanî de bûn, lê em nedigihaştin hev." 
 
Piştî Bexdayê Eyşe Şan koçî Îzmîrê kir û hesreta xwe ya ji bo dayika xwe bi strana "Dayikê" anî ziman.  Eyşe Şan ku jiyana wê bi sirgûn, zilm û gefan derbas bû, di 18'ê Kanûna 1996'an de li Îzmîrê li mala ku tenê lê dima ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
STRANÊN WÊ
 
Eyşe Şanê li dû xwe ev berhem hiştin: “Zerî Heyran”, “Xezal Xezal”, “Were Keçê Nav Zebeşan”, “Sallana Sallana”, “Saliho Kurmam”, “Mamo”, “Lawikê Mêtînî”, “Kirasê Te Meles e”, “Heywax Dayê”, “Hawar Bawo”, “Esmerê Were/Neyleyim”, “Delal”, “Berîvana Malxerab”, “Bawê Seyro”, “Ay Dil”, “Ax Lê Gulê”, “Koçerê (Min Te Dîbû)”, “Were Yadê”, “Cemîle”, “Memir Mamo”, “Hawer Delal”, “Qederê”, “Ax Lê Nazê”, “Wele Te Nastînim”, “Ximximê Torîvan”, “Yara Min”, “Xerîbim Dayê”, “Meyro”, “Bêmal”, “Govend Ranabê”, “Yadê Rebenê”, “Lê Lê Ximşê”, “Xezalê”, “Hesenîko”, “Mamir”, “Ez Xezal im...”
 
 
 

Sernavên din

20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike