Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir

  • rojane
  • 12:00 25 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Hevserokê MATÛHAY-DER’ê Mehmet Zekî Kiliç, diyar kir ku rewşa girtîgehan li pêşiya demokrasiyê asteng e û banga têkoşîna hevpar li dijî binpêkirinên di girtîgehan kir.

Nîqaşen têkildarê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didome. Mijarên sereke yên pêvajoyê rewşa girtîgehan, girtiyên nexweş û biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdarî ne.
 
 
Di naveroka Pakêta 10’mîn a Darazê de sererastkirinên dihatin payîn cih negirt û qanûnên kêfî yê înfazê bûn sedema bertekan. Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Zekî Kiliç, rewşa pêvajoyê û ya girtîgehan nirxand.  
 
Kiliç, destnîşan kir ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş û girtiyên ku tehliyeya wan hatiye astengkirin hene û bal kişand ser ferzkirina poşmantiyê ya li girtîgehan. Kiliç, diyar kir ku girtiyên nexweş rexmê raporên ATK’ê nayên tehliyekirin û dewlet bi xwe hiqûqa xwe bi cih nayîne. 
 
‘ASTENGKIRINA TEHLIYEYAN BERDEWAM E’
 
Kiliç, bi lêv kir ku hewldanên yekalî pirsgirêkan çareser nakin û diyar kir ku divê ji bo hemû civakê aştî û demokrasî bê avakirin. Herwiha Kiliç destnîşan kir ku gavên divê dewlet biavêjin hene û 10’mîn Pakêta Darazê bendewarî cihbici nekir û wiha axivî: “ 10’mîn Pakêta Darazê herî kêm diviyabû rewşa girtiyên nexweş û yên tehliyeya wan hatine astengkirin û yên muebbed xwarine çareser bikira. Lêbelê me dît ku desthilat di vê mijarê de ne jidil e. Hêj kiryarên kêfî didomin. Li Girtîgeha Bolûyê 72 girtiyên nexweş hene. Divê tavilê van girtiyên nexweş bên berdan. Hêj gaveke bo berdana wan nehatiye avêtin û hevalên me dema derdikevin pêşberî lijneyê bi awayeke kêfî 6 meh tehliyeya wan tê astengkirin.”
 
‘DIVÊ DI DESTÛRA BINGEHÎN DE GUHERTIN BÊN BKIRIN'
 
Kiliç, rave kir ku pirsgirêkên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê sedema wê destûra bingehîn e û dewlet têgeha "teror"ê bi awayeke nediyar bikar tîne, divê Qanûna Têkoşîna li Dîjî Terorê bê guhertin û Kiliç axaftina xwe wiha domand: “Siyaset û destûra bingehîn li ser bingeha li dijî terorê saz kirî. Hûn nikarin tevahiya 30 milyon welatiyên ku li vî welatî dijîn li gorî têgeha terorê tune bihesibînin. Ji ber vê yekê ji bo demokrasîbûna welêt, divê destûra bingehîn bê guhertin. Divê hinek têgehên di hiqûqê de jî bên guhertin. Dema welatî li dû mafê xwe digere an greve dike dibêjin ‘van terorîstan biavêjin hundur’. Dema hevpeyvînek li kolanê dide dibêjin ‘vî terorîstî biavêjin hundir.'”
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ NASKIRIN’
 
Kiliç, destnîşan kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsiyariyên xwe pêk bîne divê mafê hêviyê bê naskirin û ev mafê hêviyê mafeke mirovî ye û di hevpeymana navneteweyî de cih digre ku Tirkiye jî di nav de ye. Kiliç wiha pê de çû: “Niha divê dewlet ji bo rêzdar Ocalan mafê hêviyê nas bike. Ne tenê rêzdar Ocalan, ji bo gelek hevalên me divê ev maf bê naskirin. Nexasim hevalên me yên cezaya muebbeta giran xwarine. Lêbelê kiryarên kêfî û li gorî berjewendiya xwe berdewam dikin.”
 
‘EM DENGÊ XWE BIKIN YEK’
 
Kiliç, destnîşan kir ku azadiya girtiyan û xwe îfadekirina civakê bi awayeke azad şertê bingehîn ê aştiyê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo vê em; bangî hemû civakê, nexasim malbatên girtiyan dikin da ku têkoşîneke hevpar de cih bigrin û bi awayeke rêxistinkirî bibin bersiv. Em dengê xwe li her cihî bidin bihîstin. Em têkoşîna zarokên xwe nişan bidin. Hevalên me yên 30 sal di girtîgehê de mane moral û motivasyona wan pir baş e. Em li dijî vê neheqiyê bibin yek, li hember vê bêedaletiyê dengê xwe bikin yek.” 
 
MA / Yeşîm Tukel 
 
 
 

Sernavên din

13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn