AMED – Kedkarê Çapemeniya Azad Mazlûm Erencî, dê di 14'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe bê bîranîn.
Kedkarê Çapemeniya Azad Mazlûm Erencî, di sala 1992’yan li Amedê ji dayik bû. Erencî di dibistana navîn de li dijî pêşniyara a mamosteyê xwe ya pirtûka "Tirkên har", pirtûka Abdullah Ocalan dibe dibistanê û piştre ji dibistanê tê avêtin. Erencî, piştî ku ji dibistanê hat avêtin, li rojnameya Azadiya Welat dest bi kar kir. Di salên ku bûbû “generale biçûk” ê Apê Mûsa (Mûsa Anter) rastî zext û gefan hat, lê li hemberî wan gav paşve neavêt.
Erencî, di 14’ê Tîrmeha 2009’an de bi îdiaya beşdarî protestoya li dijî kurkirina porê Abdullah Ocalan bûye hate girtin. Erencî, ji aliyê Dadgeha 6’emîn a Cezayê Giran a Amedê, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê” hate darizandin û 7 sal û 5 meh ceza xwar. Erencî, piştî cezayê di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate ragirtin. Bi guhertina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ve, dosya Erencî, bo Dadgeha Zarokan a Amedê hate şandin. Dadgeha Zarokan a Amedê, di 22’yê Nîsana 2010’an de Erencî tehliye kir. Piştî derketina ji girtîgehê Erencî, di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de xebitî. Piştî demekî beşdarî PKK’ê bû. Erencî, di 29’ê Hezîrana 2011’an de di peçvûneke li navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da.
DÊ LI SER GORA XWE BÊ BIBÎRANÎN
Erencî, di 14’emîn salvegera xwe de, sibe dê li ser gora xwe bê bibîranîn. Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), dê li ser gora Erencî ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan çalakiya bîranînê li dar bixe.