NAVENDA NÛÇEYAN - HPG-NRÇ’ê, da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên gerîla li herêmên Zap, Metîna û Amediyê didomin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê de hate ragihand ku êrişên Tirkiyeyê didomin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên li rojavayê Zapê, bejahiya navbera navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê û taxa Dêrelokê de zêde bûne.
Di daxuyaniya HPG-NRÇ’ê de ev tişt hatin gotin:
Di nava du hefteyên dawî de bi taybetî li herêma rojavayê Zapê, bejahiya navbera navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê û taxa Dêrelokê tev û her wiha li hemberî hêzên me yên li Metînayê êrîşên artêşa Tirk gelekî zêde bûne. Li gundê Sêgirê yê nêzî navçeya Amediyê û li qada me ya Girê Amêdiyê ku li jora gundê Sêgirê ye bi çekên kîmyewî pêleke êrîşa tinekirinê li hember hêzên me hat destpêkirin. Me berê jî di vê mijarê de daxuyanî û hişyariyên xwe ji raya giştî re dabûn. Lê belê êrîşên artêşa Tirk li van herêman zêdetir û bênavber bûne. Ji bo ancam bigre hê bêhtir giranî daye êrîşên bi çekên kîmyewî û ev êrîş didomin.
Me jî di 24 û 26'ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk ên li vê herêmê ku li ser bingeha tinekirinê êrîş kir, operasyonên bersivdayînê lidar xistin.
Em dubare diyar dikin; hêzên me girêdayî pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye îlankirin û têkildarî vê yekê girêdayî biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ne. Tevî ku têkoşîna çekdarî hatiye sekinandin jî bi taybetî jî li herêma Amediyê fermandariya artêşa Tirk bi dijwarî û tim û tim çekên kîmyewî ên ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin û weke sûc in bi kar anîn û li hemberî vê yekê me jî di 24 û 26’ê Hezîranê de mafê xwe yê bersivdayînê bi kar anî. Têkildarî hesasiyeta pêvajoyê em a niha dîmenên vê çalakiyê yên berfireh û zirarên artêşa Tirk naweşînin.
Lê belê dixwazin vê yekê diyar bikin ku; berpirsê windahiyan û vê tabloyê fermandariya artêşa Tirk a li herêmê û zihniyeta wê ye ku li hemberî hêzeke çek berdane bi berdewamî çekên kîmyewî û teqemeniyên ku zirareke mezin dide, bi kar tîne. Divê were zanîn ku ger piştî vê operasyona me ya bersivdayînê û hişyariyê, artêşa Tirk erîşên xwe yên tunekirinê û bikaranîna çekên kîmyewî berdewam bike, em ê berê xwe bidin bersivdayîneke tundtir û girantir.
Eşkere ye ku ev êrîş ku ji aliyê hin derdorên rantparêz û li dû qehremaniyên erzan ve ji bo berjewendiyên takekesî têne kirin, di heman demê de têkildarî têkbirina pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin û ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê ye, destwerdaneke cidî ye. Ji ber vê yekê em xwedî maf in ku li hemberî vê yekê bê deng nemînin, hêzên xwe biparêzin û bi awayê herî tund bersiva hewce bidin.