WAN - Ciwanên tev li Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn, xwestin pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi aştiyê çareser bibe û got: “Em ciwan bi aştiyê re ne.”
“Şahiya Biharê ya Erdîşê” ku ji hêla Şaredariya Erdîşê ya Wanê ve hat lidarxistin û 3 rojan domiya, bi tevlibûneke xurt bi dawî bû. Coşa ciwanan a di mihrîcanê de bal kişand. Di mihrîcanê de li pirsgirêkên ciwanan hate guhdarîkirin û li ser pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd jî nîqaş hatin kirin. Ciwanên tev li mihrîcanê bûn, xwestin çalakiyên bi vî rengî zêde bibin û têkildarî pêvajoyê nêrînên xwe parve kirin.
Mizgîn Şîn, diyar kir ku ji çalakiyên bi vî rengî keyfxweş in û got ku di mihrîcanên qeyûm de tenê cih didan stranên Tirkî û têkildarî çanda wan tu tiştek tune bû. Mizgîn Şîn, got: “Lidarxistina vê çalakiyê pir baş bû û divê bidomin. Mihrîcanên têkildarî cilûbergên Kurdî û xwarinên herêmî jî dikarin bên kirin.”
POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ
Mert Aydemîr jî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li dijî Kurdan û wiha got: “Ji ber zextên giran ên li Kurdistanê em nikarin bi dilê xwe şahiyan bikin. Lê em ê serî li ber van polîtîkayan netewînin û têbikoşin. Em ê dev ji doza xwe bernedin. Hestekî xweş e ku behsa aştiyê were kirin. Dixwazim azad bi zimanê xwe biaxivim û çanda xwe bijîm.”
'DIVÊ PÊVAJO BI SER KEVE’
Boyka Çoban jî anî ziman ku ji ber şahiyê gelek keyfxweş in û wiha domand: “Cara ewil e çalakiyeke wiha tê kirin. Beriya niha destûr nedihat dayin. Em dixwazin li bajarê me çalakiyên wiha bidomin. Di tevahiya mihrîcanê de em li ser aştiyê axivîn. Weke ciwan em bi aştiyê re ne. Em dixwazin pêvajo bi aştiyê biencam bibe.”
Amîne Paçal jî got: “Em keyfxweş in ku beşdarî mihrîcaneke wiha dibin. Çalakiyên wiha ciwanan çalak dike û dixe nav tevgerê. Divê bidomin û dirêjtir biajon.”
'EM DAŞTIYÊ DIXWAZIN’
Azad Demîr jî bi lêv kir ku bi sala ye li Erdîşê pîrozbahiyên bi vî rengî nedihatin kirin û wiha got: “Ev guhertin gelek xweş bû. Ev mehek bû em bi kelecaneke mezin li bendê bûn. Ev mihrîcan ji bo Kurdan û gelê Erdîşê gelek watedar e. Ji ber ku di mihrîcanê de em li ser bandora şer a li ser jiyana me û aştiyê axivîn. Em ji aştiyê hez dikin. Tevî cihêkariyê jî em aştî û xwişk-biratiyê dixwazin.”