HEWLÊR - Şandeya ku dê torena PKK’ê bişopîne, ji Hewlêrê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket.
Şandeya ku ji bo şopandina torena çekberdanê ya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin berê xwe da bajarê Hewlêrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê, ji bo torenê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket. Şande, dê bi wesayîtên rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê amade kiriye bibin qada torena li Silêmaniyeyê.
Hat zanîn ku dê destûr neyê dayin tu ekîpmanên teknîkî bibin qada torenê.