ENQERE - Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Ahmet Asena banga bidîmen a Abdullah Ocalan nirxand. Asena, diyar kir ku pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike û got ku divê zemîneke hiqûqî siyasî were avakirin.
Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk (YSP) Ahmet Asena têkildarî banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Asena, anî ziman ku banga bidîmen qonaxeke dîrokî ye û got: “Ji vê tê fêmkirin ku ji bo pêşxistina pêvajoyê israrek heye û her ku pêvajo pêş dikeve dê gavên cuda bên avêtin. Gotina ‘Ez hêj jî Banga Aştî û Civaka Demokratîk diparêzim’ jî nîşaneya vê biryardariyê ye.”
‘TEVLIBÛNA HEMÛ KIRDEYÊN SIYASÎ GIRÎNG E’
Asena, diyar kir ku pêvajo ne tenê di navbera PKK û dewletê de ye û got: “Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka Kurdan lê ya hemû derdorên Tirkiyeyê ye. Lewma divê hemû kirdeyên siyasî tê de çalak cih bigirin. Tişta ku Ocalan di bangê de jê re dibêje ‘herkes’, hemû kirdeyên civakî û siyasî yên Tirkiyeyê ne.”
‘AZADBÛN BI AŞTIYA CIVAKÎ PÊKAN E’
Asena, bal kişand ser gotina Ocalan a “Biqasî şexs azad dibe civak, biqasî azadbûna civakê jî şexs azad dibe” û ev tişt anî ziman: “Azadbûn û kenîna vê civakê tenê bi aştiya civakî û demokratîkbûnê pêkan e. Ev perspektîf, ji bo dîtina nexşerêya pêvajoya pêşiya me jî balkêş e. Di rewşeke çek bêdeng bûyîn û pêşiya siyaseta demokratîk hatiye vekirin de dê zemîna têkoşîna afirandina civakeke azad jî xurt bibe.”
‘DESTPÊKA PÊVAJOYA TÊKOŞÎNEKE NÛ YE’
Asena, destnîşan kir ku asta gihiştînê ne dawî lê destpêka pêvajoya têkoşîneke nû ye û got: “Lewma em şahidiya destpêkeke dîrokî dikin. Ev rewş, biqasî destpêkirina têkoşîna çekdarî ya 52 salî dîrokî ye. Çawa ku di encama biryarên 52 sal berê de êdî tu tiştek mîna berê nemabe, di vê serdemê de jî dê tu tiştek mîna berê nemîne.”
‘BANGEKÎ JOI BO HEMÛ BINDESTAN E’
Asena, diyar kir ku “Manîfestoya Civaka Demokratîk” bangekî ji bo hemû bindestên herêm û cîhanê bû û got: “Ji bangê wisa tê fêmkirin ku dê serdemeke têkoşîneke siyasî ya nû ya bi beşdariya hemû bindest û mexdûran were dayin. Divê tevgerên muxalîf ên vî welatî, herêmê û cîhanê vê rastiyê bibînin. Ev hewldana veguherînê, dê bandorê li rewşa hemû hêzên muxalîf bike. Em dikevin serdemeke nû û divê xebat û rêxistiniyeke nû em bixin meriyetê.”
‘DIVÊ HÊJ MECLIS NEKETÎ BETLANEYÊ KOMÎSYON WERE AVAKIRIN’
Asena, da zanîn ku Ocalan bal kişandiye ser Meclisê û ev tişt anî ziman: “Meclis, pêwîstiyeke. Divê hemû saziyên rejîma heyî înîsiyatîfê li xwe bigirin. Hewceye hêj Meclis neketî betlaneyê komîsyon were avakirin.”
‘DEM PARTIYÊ KARÊN PIR BAŞ KIR’
Asena, destnîşan kir ku DEM Partiyê di vê pêvajoyê de peywira xwe pir baş bicih aniye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê barê vê pêvajoyê tenê li ser pişta DEM Partiyê nebe. Serdemekî zehmet e û divê CHP û partiyên muxalîf bêhtir tev li bibin. Komîsyon, dikare bibe mekanîzmaya vê. Hewceye tevahiya derdorên demokratîk jî hevkariyê bikin û ‘Koalîsyona Demokratîk’ ava bikin. Ocalan tenê bangî PKK û gelê Kurd nake. Bêguman muxatabên ewil ên mekanîzmaya çekberdanê ew kes in ên çek di destî de. Lêbelê divê ev meseleye tenê ya du aliyên şer dikin neyê dîtin. Divê beriya mekanîzmaya çekberdanê û piştre çendek gavên pêwîst bên avêtin. Divê zemînê vê ya civakî, hiqûqî û siyasî wera avakirin û ev zemîn were misogerkirin. Ev peywir jî dikeve ser milê îktîdarê. Îktîdar, divê sererastkirinên qanûnî yên piştgiriya Meclis û civakê digire bixe meriyetê û sînorê li ber siyaseta demokratîk rake.”
MA / Omer Gungor