NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Kurdistanê gel ji bo temaşekirina merasîma “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” li ber televîzyonan disekine.
Tê payin ku “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” îro di çarçoveya banga 9’ê Tîrmehê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasîmekê çekên xwe îmha bike. Merasîm, dê li çolterê bajraê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bê lidarxistin. Hem li Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî li herêm û cîhanê milyonan kes bi mereqe mezin li benda merasîmê ne. Li gelek bajaran gel, bi mereqe mezin li ber ekranên televîzyonê disekine.
Gelek malbatên Amedê ku di dema şer de xizmên xwe winda kirin, li avahiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) kom bûn. Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî, li benda dîmenên “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” disekin.
Dayikeke ku hêsirên çavan dibarand û li benda torenê, got: “Ji keyfa digirîm, ne ji bo tiştekî din. Dê aştî bibe.”
Gelek welatî jî li avahiya Rêxistina DBP’a Amedê kom bûn.
ÊLIH
Li avahiya MEBYA-DER’ê ya Êlihê jî gelek welatî ji bo kêliyên dîrokî di nava kelecaneke mezin de ne. Dayikên ku li ber ekrana televîzyonê ya li eywana komeleyê disekinin, diyar kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan şert e.
Mehdiye Kaptan ku di şer de kurekî xwe winda kiriye, got: “Heta Rêbertiya me azad nebe tu tiştek azad nabe. Ne dayikên Kurd ne jî yên Tirk bila êdî tu dayik negirîn. Bila pêvajo bi aştiyê biencam bibe. Dilê me şewitî, bila ev rewş bi dawî bibe, bila pêvajo bi aştiyê tacîdar bibe.”
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî gelek kes ji bo şopandina merasîmê hatin avahiya Şaxa MEBYADER’ê. Welatiyên ku bi kelecaneke mezin li benda merasîmê ne, gelek caran daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman. Her wiha welatiyan li mal û kargehên xwe jî Stêrk TV û Medya Haber TV vekirin û li benda weşandina dîmenên merasîmê ne.
ŞIRNEX
Welatiyên li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex û Silopiya ya Şirnexê jî welatiyan ji bo temaşekirina merasîmê, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatin gel hev.
Dayika Aştiyê Makbûle Demîr (62) ku li Cizîrê bi kelecaneke mezin li ber ekrana televîzyonê disekine, got: “Îro, rojeke dîrokî ye. Em gelek bi kelecan û keyfxweş in. Salên dirêj em li benda vê rojê bûn. Îro ji bo me pîroz e û hêviyên me hene. Em ji xwe û ji Rêbertiya xwe bawerin. Me bi bedelên giran xwe gihand van rojan. Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke bixêr e. Ev roj li her kesî pîroz be. Divê dewlet tavilê gavên şênber biavêje. Rêberê me, girtiyên siyasî berdin. Divê Rêberê me bikare dengê xwe bigihîne gel û divê em bikarin wî bibînin. Gel vê dixwaze. Em daxwaza gavên şênber dikin. Divê sererastkirinên qanûnî tavilê bên kirin.”