NAVENDA NÛÇEYAN - Li Giravên Maluku ya li rojhilatê Endonezyayê bi pileya 6.7’ê di behrê de erdhej çêbû. Rayedaran gotin ku potansiyela tsunamiyê nîne.
Li Giravên Maluku ya li rojhilatê Endonezyayê di behrê de bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû. Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê (USGS) ragihand ku erdhej li gorî saeta herêmî saet di 12.49’ê (Li gorî ya Tirkiyeyê saet di 08.49’ê de) de 80 km’an di bin erdê de çêbûye. Bandora erdhejê, li bajarê Tualê yê 177 km’an dûrî eyaleta Malukuyê jî hate hîskirin.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê ragihand ku xetereya tsûnamiyê nîne. Ajansa Meteorolojî, Klîmatolojî û Jeofîzîkê ya Endonezyayê jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku potansiyela tsûnamiyê nîne. Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha tu windahiyên canî û malî çênebûne.