Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin

  • rojane
  • 11:00 17 Tîrmeh 2025
  • |
img
MÊRDÎN /WAN – Malbatên Arya Tokay û Ronahî Erol ên çeka xwe îmha kirin dan zanîn ku ew kelecana dîtina zarokên xwe piştî bi salan derbas dikin û gotin, "Em li pişt daxwaza zarokên xwe ya ji bo siyaseta demokratîk û civaka demokratîk sekinînin.”
 
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê Kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û biryara dawîanîna têkoşîna çekdarî da. Di çarçoveya vê pêvajoyê de roja 11’ê Tîrmehê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 kesan pêk tê ji bo îmhakirina çekên xwe merasîmeke sembolîk li Şikefta Casenê ya ser bi bajarê Silêmaniyê li Herêma Federe ya Kurdistanê li dar xist.
 
Di nava koma ku çekên xwe îmha kirin de Arya Tokay (Arîn Hebûn) û Ronahî Erol (Lîlav Azadî) hebûn. Arya Tokay a ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, sala 2014'an tevlî nava refên PKK'ê bû, Ronahî Erol (Lîlav Azadî) sala 2015'an ji navçeya Tûşba ya Wanê tevlî bû. Malbatên wan di merasimê de cara yekemîn kelecana dîtina zarokên xwe dîtin, hêvî kirin ku daxwazên wan bên qebûlkirin û pêvajo bi ser bikeve.
 
PIŞTÎ 11 SALAN KEÇA XWE DÎT
 
Piştî 11 salan dayik Vesîle Tokay a ku keça xwe di merasîmê de dît û wiha axivî: “Wê rojê ez bi kelecanî li benda weşandina dîmenan bûm. Haya min jê tunebû ku keça min di nav wan da ye. Dema min li dîmenan temaşe kir, min keça xwe nas nekir. Piştî merasîmê xaltiya wê li min geriya û pirsî , 'Arîn di nava komê de bû ? Te temaşe kir?' Dema ku wêneyekî ekranê ji min ra şand, min ferq kir ku ew keça min e. Ez wê gavê gelekî kêfxweş bûm, em bi bavê wê re bi kêfxweşî giriyan. Ji ber ku me ew dît, me tevliheviyek kêfxweşî û xemgînî dît. Ev 11 sal in te zarokê xwe nedîtiye, tu nizanî sax in an mirî ne û ji nişka ve derdikevin pêşberî te. Me xemgîniyek serbilind hîs kir.”
 
‘MIN MERASÎM MERAQ DIKIR’
 
Vesîle Tokay da zanîn ku roja ku dîmen wê bên weşandin ew pir bi kelecan bûne lê ne li bendê bûn ku keça yek ji 30 gerîlayên di nava hezaran de hatine hilbijartin be û wiha got: "Sedema bingehîn a ez li ber ekranê bûm, pêwendiya xwe bi pêvajoyê re hebû. Min li wêneyan temaşe kir ji ber ku min meraq dikir ka pêvajo dê çawa xuya bibe û dê çi bibe. Ez qet nefikirîm ku keça min dê di merasîmê da be jî. Ez ji destpêkê ve pêvajoyê dişopînim. Min meraq dikir ku dê rêûresmeke çawa be, dê çi bibêjin û peyamên bi çi rengî ragihinin. Dîtina keça min surprîzeke mezin bû."
 
Vesîle Tokay anî ziman ku tiştên wan di wê kêliyê de hîs kirine gelekî watedar e û got, "Hesteke cuda bû. Min hesteka bi temamî cuda dît. Ev ne hestek e ku ez bikarim rave bikim. Piştî merasîmê ez û hevjînê xwe em heta sibehê radibûn. Em bi hesret li benda daxuyaniya serokkomar Erdogan a piştî merasîmê bûn. Em serê sibehê zû rabûn û me lê temaşe kir. Piştî daxuyaniya Erdogan em hê jî hêviyên xwe zindî dihêlin. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo wê bi ser bikeve."
 
Vesîle Tokay da zanîn ku wek malbat piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk. 
 
DAXWAZA AŞTIYEKE CIVAKÎ
 
Dayika Ronahî Erol Heybet Erol diyar kir ku 10 sal in keça xwe nabîne û got, "Dema min keça xwe li merasîmê dît, min hem hesteke kûr a bêrîkirinê hem jî gelekî kelecanî hîs kir. Em ti carî nebûn alîgirê şer ; Yekane daxwaza me ew e ku aştiyeke bi rûmet pêk were.”
 
Heybet Erol ku diyar kir ku ew weke malbat piştgiriyê didin pêvajoyê û wê berpirsyariyên xwe bicih bînin û wiha got: "Di vê nuqteyê de ti hincetên dewletê nemaye. Divê dewlet gavên pêwîst ên hiqûqî bavêje û lez ê li kiryarên xwe bike. Ev pêvajo ji bo her du aliyan jî erênî û sûdewar e. Bila dayik careke din rondikan nebarîne û bila zarokê kesî nemire. Em dixwazin girtiyên siyasî û nexweş ên di girtîgehan de demildest serbest bên berdan. Em li pişt keça xwe û Birêz Ocalan disekinin."
 
LIGEL OCALAN IN
 
Bav Cevdet Erol ku dema keça xwe dît hestiyar bûye û wiha got: "Dema min keça xwe dît ez gelekî kelecanî bûm. Ev kelecana çar parçeyên Kurdistanê bû. Pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin ji bo her du aliyan jî pêvajoyeke erênî ye. Em ê her tim li kêleka vê pêvajoyê û Birêz Ocalan bin. Em ji dil û can ji vê pêvajoyê bawer dikin û amade ne her tiştê dikeve ser milê me bikin. Yekane daxwaza me ew e ku Kurd mafên xwe bidin û di nava biratî û aştiyê de bijîn."
 
Bav Erol bi bîr xist ku Abdullah Ocalan û PKK'ê peywira xwe bi cih aniye û got, "Weke malbatan çavên me li gavên ku dewlet bavêje ye. Wê rêziknameya qanûnî hebe? Ji bo aştiyê bi rastî jî hewldanên wan hene? Em ê bibînin. Birêz Erdogan di daxuyanîya xwe da dîyar kir ku ewê her tiştê pêdivî bike, bi avakirina komîsyonekê li parlemantoyê. Em jî dixwazin baweriya xwe bi aliyên pêvajoyê bînin. Divê ev şer êdî biqede.”
 
 
MA /Ahmet Kanbal - Bîlal Babat
 

Sernavên din

20/07/2025
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin