Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin

  • jin
  • 11:31 3 Tebax 2025
  • |
ŞIRNEX -  Ji ber polîtîkayên ewlehiyê bêrîvanên ku nikarin xwedîkirina sewalan bidomînin diyar kirin ku ew piştgiriyê didin 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' û tenê daxwaza wan aştiyek bi rûmet e. 
 
Piştgiriya ji bo 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji beşên cuda yên civakê didome. Bêrîvanên ku yekane çavkaniya wan a debarê xwedîkirina sewalan e, lê ji ber şer û pevçûnan êdî nikarin pê re mijûl bibin, dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê. Jinên ku bi salan e li gundê Melêsê yê navçeya Elkê ya Şirnexê bêrîvaniyê dikin gotin, eger pêvajo bigihêje armanca xwe wê karibin bi rehetî bêrîvaniyê bikin.
 
Ji bêrîvanan Xan Olmez ê 80 salî wiha got: "Nêzî saleke pêvajoyek heye, rûyê me dikene. Bi vê pêvajoyê re bila her kesên girtî bi malbatên xwe re bibin yek. Em naxwazin êdî li van çiyayan şer bibînin. Bila êdî kes negirî. Mirin emrê Xwedê ye, em ê hemû bimirin, lê divê kes neyê qetilkirin. Bila Xwedê her kesên ku tevkarî li vê pêvajoyê kirine pîroz bike. Yekane daxwaza me aştiyeke bi rûmet e." 
 
Xan Olmez ku ji zarokatiya xwe ve bêrîvaniyê dike got, "Di emrê zarokatiyê de bedewtir bû. Ev 70 sal in ez diçim çiyê. Dema ku li çiyayên me şer tunebû em zêdetir bi silametî diçûn bêriya. Lê belê di salên dawî de ji ber şer û qedexeyan em kêm derketin derve." 
 
Kurdê Ûgûrlû (68) ku diyar kir ku gelek zor û zehmetiyên bêrîvantiyê hene, destnîşan kir ku gelek bedewî jî hene ji ber ku bi xwezayê re di nava têkiliyê de ne. Kurdê Ûgûrlû jî diyar kir ku yekane daxwaza wan aştî ye û destnîşan kir ku eger pêvajo bigihêje armanca xwe ew ê karibin bi rehetî weke bêrîvaniyê bikin.
 
'DAXWAZA AŞTIYEKE BI RÛMET'
 
Sarya Ûgûrlû (63) ku diyar kir ku şivantî di mehên zivistanê de karekî dijwartir e û wiha got: "Rêyên me xirab in. Em bi rêyên xirab xwe digihînin kerî. Gelek zehmetî hene. Zivistanan bi berfê re ev zehmetî zêde dibin. Rê girtî ne. Berê baştir bû. Hîn dijwarî hebûn, lê ji ber ku şer û pevçûn nebûn, em diçûn ku derê cihekî xweş hebûya. Em diçûn zozanên bilind. Li wir jiyanek xweş hebû. Eger aştî hebûya em ê dîsa biçûna. Berê em gelekî kêfxweş bûn. Niha êş û xemgînî heye. Niha ciwan naxwazin bixebitin. Dinya bi pêş dikeve, derfet pir in, lê ji ber ku aştî nîne, kes naxwaze tiştekî bike. Ger ku aştiyek pêk bê dê bikin. Bi aştiyê re wê rûyê me dîsa mîna berê biken. Divê hemû kesên di girtîgehan de serbest bên berdan. Divê hemû deriyên girtîgehan bên vekirin. Birayê min û zavayê min ev 16 sal in di girtîgehê de ne. Divê her kes di zûtirîn demê de ji girtîgehan azad bibe; Bendewariya me ji bo aştiyeke bi rûmet e."-
 
Sabrî Ûgûrlû (60) ku diyar kir ku destpêka pêvajoyê ew kêfxweş kirine û wiha got: "Me gelek ked dan van çiyayan. Em her bihostek axa wê nas dikin. Eger aramî hebe, wê hemû cotkar jê kêfxweş bibin. Yekane daxwaza me aştî ye. Eger aştî hebe, wê cîhan bibe cihekî bedewtir. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî bêrîvanî tiştek baş e."
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû.
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin