Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê

img
ŞIRNEX - Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê Çîgdem Ozbaş ku ji Stenbolê hat Şirnexê da ku daxwaza bidawîanîna talankirina xwezayê bike, got: "Em dixwazin polîtîkayên tenêkirinê li her derê bişikînin."
 
Bertekên li dijî talankirina xwezayê yên li navenda bajarê Şirnexê û navçeyên wê berdewam dikin. Di 9'ê Îlonê de li bajêr bi daxwaza bidawîkirina lêgerîna madenê û petrolê, santralên hîdroelektrîkê (HES) û bendavan û darbirînê meşeke girseyî hat lidarxistin. Piştî vê, li herêma Bestayê ku pênc sal in darbirrîn lê tê kirin, şevekê nobed hat girtin. Gelek ekolojîst û parêzvanên xwezayê ji Tirkiyeyê û her wiha ji bajarên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn.
 
Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê û Kampanyaya Em Axa Xwe Nadin Çîgdem Ozbaş, ji Stenbolê hat û beşdarî çalakiya li Bestayê bû. 
 
Çîgdem Ozbaşê diyar kir ku ew di sala 2022'yan de beşdarî meşa li dijî birîna daran a li Cûdiyê jî bûye û got ku wê ji wê demê ve gelek qereqol li herêmê hatine çêkirin.
 
'PÊŞEROJA ME DI DESTÊ ME DE YE'
 
Çîgdem Ozbaşê got: "Ji wê demê ve me dît ku qereqol zêde bûne. Dîsa leşkeran em pêşwazî kirin. Di rê de, me dît ku kanên komirê Cûdiyê dadiqurtînin. Bi pejirandina pêşnûmeya qanûna torbeyî ku berî parlamento bikeve betlaneyê hat derxistin, wêrankirin û talankirina ekolojiyê li Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde bûye."
 
Çîgdem Ozbaşê destnîşan kir ku deverên daristanî ji ber sedemên "ewlehiyê" tên wêrankirin û got: "Ev dever berê bi darên mezin tijî bûn, lê niha bûne devereke bêdaristan." Çîgdem Ozbaşê got ku talankirinê sewalvaniyê û zeviyên çandiniyê wêran kiriye û koçberiyê li mirovan ferz kiriye.
 
Çîgdem Ozbaşê got: "Ne tenê bêdengiya çekan, di heman demê de divê avakirina aştiyê bi xweza û mirovan re jî çêbibe. Em nikarin rê bidin ku ev herêm radestî şîrketan were kirin. Em dizanin ku pêşeroj di destên me de ye."
 
GIRÎNGIYA HEVGIRTINÊ
 
Çîgdem Ozbaşê îşaret bi girîngiya hevgirtinê li dijî wêrankirina ekolojiyê kir û got: "Hevgirtin li dijî her cure êrişan pir girîng e. Kampanyaya 'Em Axa Xwe Nadin' bi hevkariya rêxistinên jîngehê yên li seranserê Tirkiyeyê hat avakirin. Divê ev hevgirtin bi herêma Kurdistanê re berfirehtir bibe. Ekokujî beşek ji polîtîkayên "'dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe' yên serdestan e. Armanca me ew e ku bi hemû rêxistinên jîngehê yên li Mezopotamyayê re li dijî vê rewşê kampanyayek û platformeke hevbeş ava bikin. Em dixwazin polîtîkayên tenêkirinê li her derê bişikînin. Niha, çend jinên ku li Çiyayên Kazê li dijî wêrankirina ekolojiyê li ber xwe didin, xwe pir tenê hîs dikin. Polîtîkayên ekokujiyê mîna polîtîkayeke şer belav bûne. Rêya têkoşîna li dijî vê hesta tenêtiyê ew e ku divê dengê hevgirtinê bê bilindkirin."
 
Çîgdem Ozbaşê destnîşan kir ku ew ê di dema pêş de hevgirtinê xurttir bikin û wiha domand: "Em bawer dikin ku ev gef dê zêde bibe. Ev deverên li Kurdistanê ku di bin navê 'ewlehiyê' de ji mirovan tên xalîkirin, tên girtin û ji daristanan tên xalîkirin, dê ji bo sermayeyê werin pêşkêşkirin. Ew ê bixwazin bi serûbinkirina erdê sermayedaran dewlemend bikin. Ji bilî têkoşîna li dijî vê yekê, tu çareyeke me ya din tune ye."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

17/09/2025
09:03 Parêzer Tekîn: Divê komîte ji bo 'mafê hêviyê' zorê bide Tirkiyeyê
09:02 ATK'ê ji girtiyên ji sedî 94 astengdar re got: Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN
16/09/2025
16:51 'Azadiya Ocalan azadiya civakê ye’
16:40 Di doza HDK’ê de biryara beraet û ‘sekinandina teqîbatê’ hat dayin
15:37 ‘‘Jin, Jiyan, Azadî' ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar ê xeyala azadiyê’
15:23 Li Wanê banga ji bo meşê: Divê Ocalan azad bibe
15:10 Li Tirkiyeyê cara ewil li ser formayê tîmekê dirûşma bi Kurdî cih girt
15:03 Li Gazî Yaşargîlê tundiya li dijî tenduristvanan hate protestokirin
14:58 Bernameya Sûrfestê diyar bû
14:40 Li Seqizê greva giştî ya ‘Jîna Emînî’
14:32 OHD’ê bang li Meclisê kir: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
14:30 Ji Rojava bo jinan: Em ruhê şoreşê zindî bihêlin
14:28 Piştî Jîna Emîniyê: Hat fêmkirin ku bêyî azadiya jinan azadiya mêran ne pêkan e
14:14 Pirtûkên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên dayin
13:35 ‘Jin, jiyan, azadî manîfestoya jiyana azad e’
13:30 ‘Efû’ya rejîma Îranê dê ji bo girtiyên siyasî derbasdar nebe
13:25 Di 16 rojan de li Sûriyeyê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe
12:36 Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
12:33 ‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
12:24 Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
12:12 Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
11:41 Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
11:10 Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
11:05 Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
10:56 Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
10:44 Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
10:34 Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
09:49 Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
09:35 Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
09:30 Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
09:19 Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin
17:00 Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
16:24 Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
16:12 Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
15:30 Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
15:24 Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
15:20 Êrişên li dijî goristanan bi navê ‘Hey Hewar’ bû belgefîlm
14:44 Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
14:29 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
14:09 Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma
14:03 BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan
15:43 Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
14:46 Li Mêrdînê TUHAD-DER hate avakirin
14:27 10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
14:10 Li gelek bajaran çalakiya ‘mafê hêviyê’: Biryara DMME’yê bicih bînin
13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir