Prof. Bromberger: 'Jin, jiyan azadî' serhildana li dijî pergala patriyarkal e

  • jin
  • 12:06 19 Îlon 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Christian Bromberger, diyar kir ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî", li dijî pergala partiyarkal ku dixwaze serdestiyê li azadiya jinê û bedena wê bike, serhildanek e. 
 
Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, di sala 2022’yan de bi hinceta ku “Li gorî qaîdeyên nixûmandina porê tevnegeriyaye” ji hêla “polîsên exlaqê” ve hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emîniyê, li seranserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî dest pê kirin. Ev protesto, di demekî kin de veguherîn berxwedaneke kûrewî ya li dijî tehekûma tê xwestin li ser bedena jinan were avakirin. Di dema protestoyên Jîna Emînî de yek ji dirûşma herî zêde hate berzkirin, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû. Ev dirûşma ku nîşaneyeke paradîgmaya azadiya jinan a PKK’ê û Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan e, bû semboleke berxwedana jinên li seranserê cîhanê. Bi ser qetilkirina Jîna Emînî de sê sal derbas bûn, lê belê ne hêrsa jinan bi dawî bû ne jî polîtîkayên ku pergala baviksalarî yên dixwaze li ser laşê jinan pêş bixe, bi dawî bûn.
 
Antropologê Fransiz Prof. Christian Bromberger ku bi xebatên xwe yên akademîk ên li ser pora jinan di asta cîhanê de tê naskirin, têkildarî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” pirsên ANF’ê bersivand. Prof. Christian Bromberger ê ku li Zanîngeha Aix-Marseilleyê jî dixebite, bi bîr xist ku rejîma Îranê pora jinan weke hêmaneke cazîbeyê qebûl dike û ev yek anîn ziman: “Ji ber vê yekê ji aliyê rejîmê ve xuyakirina pora jinan hatiye qedexekirin; ji ber ku li gorî vê rejîmê xuyakirina pora jinan ji bo mêran weke rakêşariyê tê dîtin. Lê belê di Quranê de ayeteke têkildarî qedexeya vekirîhiştina pora jinan tune ye. A rastî ev qaîde ji dîrokê hatiye, rasterast têkildarî Qur’anê nîne.’’
 
‘PIŞTRE LI OLAN HATIYE ZÊDEKIRIN’
 
Prof. Christian Bromberger bi bîr xist ku weke dîrokî niximandina pora jinan li gorî olan cuda bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Dema em li Xiristiyaniyê dinêrin, em dibînin ji ji sedsaka 14’an û pê ve di teswîrên Meryemê de pora wê vekirî ye. Dîsa jî kevneşopî, bi armanca parastina jinan ya ji êrîşên mêran e. Di Cihûtiyê de jî piştî sedsala 18’an hin jinên zewicandî pora xwe bi temamî jê dikin û perûk dane serê xwe. Ev yek, semboleke pir bihêz a statûya jinan a di wê olê de ye. Di Îslamiyetê de jî bi heman awayî têkildarî vekirîhiştina pora jinan ayeteke Qur’anê tune ye. Ez yek, zêdetir weke kevneşopiyeke ‘çandî’ xwe nîşan daye; jin ji bo ku pora wan weke hêmaneke rakêşariyê tê qebûlkirin, xwe dinixumînin.’’
 
‘ENCAMEKE PERGALA BAVIKSALARIYÊ YE’
 
Bi domdarî Bromberger da zanîn ku niximandina pora jinan bi temamî weke encameke pergala baviksalarî ye û got: “Bes ne li welatên Misilman, li seranserê cîhanê heman feraset heye lê belê di nava civakên Misilman de ev yek xwe zêdetir nîşan dide. Bo nimûne, li gelek deveran fikra ku dema jin îbadetê dikin divê xwe binixumînin, heye. Armanca vê yekê ya sereke, nîşandana teslîmbûna ji Xwedê re ye.  Xweda, tim weke zilamekî birî tê temsîlkirin; ev jî hêza xwe ya esmanî û mezinahiya xwe weke zilamekî li ser jinan nîşan dide. Di dîrokê de fikra ku mêr, jinan weke hevrikekê dibînin û dixwazin bibin xwediyên wan tim serwer e. Ji ber vê yekê, niximandina jinan, nîşaneyeke kontrolkirina jinan e. Ev feraseta ku roja îroyîn li gelek deveran berdewam dike û veguheriye polîtîkayeke dewletê, encameke mekanîzmaya çavdêriyê ya pergala baviksalarî ye ku dixwaze li ser laşê jinan û azadiya wan pêk bîne.’’
 
‘SEMBOLA SERHILDANÊ YA LI DIJÎ DESTHILATDARIYAN’
 
Prof. Chiristian Bromberger da zanîn ku weke dîrokî pora jinan li dijî rejîm û desthilatdariyan weke semboleke serhildanê ye û got: “Erê, weke dîrokî li hemberî vê mekanîzmaya çavdêriyê ya li ser porê, serhildanek e. Di roja îroyîn de em mînakên redkirina serîtewandina li hemberî mîta cazîbeya jinan a li ser porê tê ferzkirin, dibînin. Ev serhildaneke li hemberî hewla mele û keşîşan ya kontrolkirina bekaret û azadiya jinan e. Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin lidarxistin û yên roja îroyîn jî berdewam dikin, nîşaneyeke vê yekê ye. Şerpa, li ser jinan tim weke amûreke zextê hate bikaranîn. Ev yek bes ne li Îranê, li deverên cuda û bi awayên cuda encameke feraseta pergala baviksalariyê ye ku dixwaze li ser jinan pêk bîne. Li welatên Misilman ev yek hinekî zêdetir e. Mînaka Tirkiyeyê hinekî cuda ye. Weke ku em ji Erdogan û derdora wî dibînin, şerpa û niximandina jinan jinû ve tê teşwîqkirin û ev yek ji aliyê otorîteya olî ve tê ferzkirin jî.’’
 
‘JIN JIYAN AZADÎ VEGUHERÎ SEMBOLA BERXWEDANÊ’
 
Prof. Christian Bromberger di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî civakên Misilman di demên dawîn de ev rewş di nava civaka Kurdan de cuda ye û got: ‘’Têkoşîna jinên Kurd a demdirêj, bû wesîleya rûdana geşedanên mezin. Di nava civaka Kurdan de jinên şervan ên hem li Îranê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li dijî rejîmên din şer dikin hene. Ev têkoşîn, di heman demê de di nava xwe de têkoşîna nasnameya xwe jî dihewîne. Tevî vê yekê jî di nava civaka Kurdan de şerpa û niximandina porê hê jî hene. Li vir jî pora jinan, ji aliyê mêran ve weke semboleke bihêz ya rakêşariyê tê dîtin. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’’ li hemberî nixumandida pora jinan û ferzkirina şerpayê bû sembol û dirûşmeya berxwedan û serhildanê.”
 

Sernavên din

24/09/2025
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê
14:47 Ji hunermend Julîde Kural vîdeoya ‘Ji bo aştiyê gotina min heye’
14:21 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin: Em ji Ocalan bawer in
13:33 Ozel: Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye
11:59 Qeyûmê Wanê di 7 mehan de 100 neguhêzbar da ber firotinê
11:40 Walîtiyê pereyê pîrozbahiyê ji budçeya gundiyan xerc kir
11:14 Kaya ê du zarokên xwe winda kirî: Bêyî Ocalan aştî nabe
10:52 Dayik: Ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e
10:40 Hevserokê Giştî yê OHD’ê: Komîte pêvajoyê dirêj dike
10:23 Li Edeneyê ji ber ‘protestoyê’ doz li 2 siyasetmedaran hat vekirin
10:10 Di dibistana Çapemeniya Azad de stûnek: Seyît Evran
09:38 Rêveberiya Xweser têkildarî Dêr Hafirê daxuyanî da
09:36 Hejmara 134’an a kovara Jinê derket
09:16 Bijîşkê Filistînî: Ji alîkariya xurekan zêdetir pêdivî bi alîkariya siyasî heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2025’AN
20/09/2025
19:33 Abdullah Ocalan: Endamên hêja yên çapemeniyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne
17:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî biryara Konseya Ewropayê dan: Bila 'mafê hêviyê' pêk bê
16:30 Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin serdana Yenî Yaşamê kirin
16:05 14'emîn Lijneya Giştî ya Jinan a HDK'ê: Divê komisyon bêyî bi derengî bikeve gavên berbiçav biavêje
15:42 Lijneya giştî ya Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê hat lidarxistin
15:24 Bi girseyî serdana şîna Gunay Dînar hat kirin
15:13 Ji bo 3 girtiyên nexweş banga lezgîn: Wan berdin
14:52 Bernameya Belgefîlman a FîlmAmedê diyar bû
14:23 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
14:12 Dayikên Şemiyê: Komîsyonên Heqîqetê pêdiviyeke ku nayê taloqkirin
13:55 Xizmên windayan li aqûbeta Gundem, Tarim û Akin pirsin
11:59 DBP û DEM Partî: Em ê ruhu têkoşîna Apê Mûsa bilind bikin
11:26 Agir bi konên karkerên çandiniyê ket
11:18 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Apê Mûsa serhildanek bû
11:04 Şewata li Mûglayê didome
10:58 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike
10:27 Li Girtîgeha Qerçekê mirineke biguman
10:21 SûrFest bi kargehan û konserê dest pê kir
10:10 Texsîvanê êrişî wî hat kirin jiyana xwe ji dest da