ENQERE - Endama Şandeya Îmraliyê PErvîn Bûldan ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, îşaret bi çarçoveya ji bo Sûriyeyê kir u Abdullah Ocalan pêşniyaz kiriye.
Parlamentera Partiay Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldanê di hevpeyvîna xwe ya Ajansa Welat de, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ragihandin.
Pervîn Bûldan ku der barê hevdîtina dawî ya 3'yê Cotmehê de hin nîşe parve kirin, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo Sûriyeyê gotiye ku pêdivî bi rêya peymaneke rêya sêyem a siyasî û civakî heye.
Nirxandina Pervîn Bûldanê bi vî rengî ye: "Birêz Abdullah Ocalan ji berê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinan dike. Çarçoveya nirxandinên wî yên berê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neguheriye. Ew çarçove çi ye; hevpeymana siyasî û civakî ku di çerçoveya Netewa Demokratîk de li ser bingeha hiqûqê parastina mafên jiyanî û helbet pêkanîna rêya 3yemîn e. Birêz Ocalan li ser Rojhilata Navîn nirxandinên rasyonel dike. Rojhilata Navîn navenda pirsgirêk û çareseriya ne. Birêz Ocalan jî di wê ferqê de ye. Heqîqet çi be birêz Ocalan jî wê dibêje û niha jî dibêje. Birêz Ocalan destnîşan kir ku divê rayedarên dewletê dev ji zimanê gefxwarinê berdin. Birêz Ocalan anî ziman ku gavên dîrokî hatine avêtin û got ku divê bi nirxandineke zelal van gavan bê nihêrîn. Her wiha girîngiya zimanê erênî hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Sûriyeyê careke din bi bîr xist.
Birêz Abdullah Ocalan li dijî zimanê çapemeniyê rexneyên giran kirin. Birêz Abdullah Ocalan bi lêv kir ku hê kanal û şîrovekar zimanê dijminatî bikar tînin û li ber vê yekê ne razî ye. Birêz Ocalan destnîşan kir ku ev kesên zimanê kirêt û dijminatiyê didin şixûlandin aştî, çareserî û wekheviyê naxwazin û dijminatiyê dixwazin."