AMED - Serokê TBB’ê Erînç Sagkan di bîranîna Tahir Elçî de axivî û got: “Bêyî ku yek gavê paşve biavêjin, em ê têkoşîna wî li cihê mayî bidomînin.”
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, di sala 10’an a qetilkirina xwe de tê bibîranîn. Parêzer û welatiyên bi pêşengtiya Baroya Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê hatin gel hev, ber bi Mînareya Çarling ku Elçî lê hatibû qetilkirin ve meş lidar xistin. Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, gelek serokên baroyan, hiqûqnas, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta “Em ê te ji bîr nekin” hate hilgirtin û beşdaran wêneyên Elçî bi singê xwe ve kirin.
Girseya ku bi çepik û dirûşma “Tahir Elçî nemir e” meşiya, li ber Mînareya Çarling daxuyanî da. Li ber mînareyê, li gel strana Ahmet Kaya ya “Diyarbakir Turkusu” axaftina dawî ya Tahir Elçî hate guhdarîkirin.
GULEÇ: GOTINÊN TE RÊYA ME RONÎ DIKE
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di daxuyaniyê de axivî û anî ziman ku ev 10 sal in ji bo edalet û azadiyê dimeşin. Guleç, diyar kir ku Tahir Elçî di encama “sûîqesta siyasî” de hatiye qetikirin û tevî cînayet li ber kamerayan hatiye kirin jî ev 10 sal in hêj nehatiye ronîkirin. Guleç, got: “Darizandina heyî, hêviya ji edaletê bicih nayîne. Ji bo girtina faîlan, îradeya pêwîst a siyasî û hiqûqî nehate nîşandan. Tahir Elçî ne tenê hiqûqnas bû, her wiha dengekî xurt ê têkoşîna li dijî necezakirinê bû. Parêzerê mexdûrên îşkenceyê, yên cînayetên kiryarnediyar, yên kesên ji cih û warên xwe hatine kirin, yên rastî cihêkariyê hatin û yê milyonan kesan bû. Di tevahiya jiyana xwe de rêgeza ‘heta heqîqet dernekeve holê dê edalet çênebe, heke edalet nebe jî aştî nabe’ ji xwe re esa girt. Ji bo sûcên ji hêla dewletê ve hatine kirin derkevin holê, ji bo darizandina faîlan û ji bo avakirina darazeke serbxwe û bêalî kedeke mezin da. Mixabin qetilkirina wî jî di nava heman tarîtiya necezakirinê de hate hiştin. Ev rastî, nîşan dide bê pratîkên necezakirinê yên li welatê me çiqasî kûr in.”
Di berdewamê de Guleç da zanîn ku gotina Elçî ya “Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin” hêj di bîra her kesî de ye û ev gotin rêya wan ronî dike. Guleç, wiha domand: “Guleyên ew ji me veqetandin, hêviya aştiyê ya vî welatî jî tune kir. Li cihekî faîlên cînayeta Tahir Elçî nehatin dîtin, ji her alî ve nehatiye ronîkirin, mirov nikare behsa aştiyeke rasteqîn bike. Divê faîlên cînayeta Tahir Elçî, bi lêpirsîneke bibandor re bên dîtin. Hewceye polîtîkaya necezakirinê were bidawîkirin û hemû sûcên peywirdarên cemaweriyê tev li bûne bên lêpirsîn. Rêgezên sereke yên dewleta hiqûqê divê jinûve bên avakirin. Ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd gavên wêrek ên siyasî û îradeyeke civakî were raberkirin. Serokê min ê hêja; Tahir Elçî yê hêja; têkoşîna te ya li dijî necezakirinê, israra te ya di aştiyê de, bi hempîşeyên te, bi xwendekarên te didome. Em biisrarin ku têkoşîna xwe ya ji bo serweriya hiqûqê, bêalîtî û serbixwebûna darazê û ya ji bo welatekî ku tu kes ji ber ziman û çanda xwe rastî cihêkariyê nayê û her kes tê de azad dijî bidomînin.”
Hevjîna Tahir Elçî û Wekîla CHP’ê Turkan Elçî jî derhiqûqiyên li Tirkiyeyê rêz kir û got ku sedema hatina vê derê jî ev binpêkirin in.
SEROKÊ TBB’Ê SAGKAN: TÊKOŞÎNA WÎ DÊ LI CIHÊ MAYÎ BIDOME
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî got: “Ev 10 sal in em di nava lêgerîna edaletê de ne. Ev 10 sal in em ji bo mafê edaletê li vir in da ku faîlên serokê me Tahir Elçî bên darizandin û hesabê bidin. Me necezakirin qebûl nekir û dê nekin. Kengî dema ku me dît faîlên cînayetê hatin darizandin, wê demê em ê dîsa li vir bin û dê bişîrenek li ser rûyê me be. Em ê wê demê bi bîr bînin. Em ê têkoşîna Serok Tahir bidomînin. Aştî ne tenê bi gotinê, bi serweriya hiqûqê, bi demokrasiya ser bingeha mafên mirovan dikare mayinde bibe. Tahir Elçî ji bo vê têdikoşiya lewma hedef hate nîşandan. Bêyî ku yek gavekê paşve biavêjin, em ê têkoşîna wî li cihê mayî bidomînin.”
‘TAHIR HEM PKK HEM JÎ DEWLET NAS DIKIR’
Kekê Tahir Elçî, Ahmet Elçî jî bal kişand ser pirsa “PKK rêxistina terorê ye yan na?” a ji birayê wî hatiye kirin û got: “Tahir, hem PKK hem jî dewlet baş nas dikir. Got; ‘PKK, rêxistina terorê nîne. Rêxistina demokrasî û aştiyê ye.’ Piştî vê gotinê, der heqê wî de lêpirsîn hate vekirin û hate binçavkirin. Tahir, got ‘Na ez vê qebûl nakim, PKK rêxistina terorê nîne.’ Piştre jî li ber vê mînareyê daxuyanî da û got; ‘Em çek, şer û pevçûnan naxwazin.’ Ji ber ku dizaniya; çek mirovan dikujin û pevçûn bi xwe re xerabiyê tînin. Lewma Tahir li vir careke din got ‘em aştiyê dixwazin.’”
Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn cihê Elçî lê hatibû qetilkirin.
Saet di 13.45'ê de jî dê Tahir Elçî li ser gora xwe were bibîranîn.
