Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin

  • rojane
  • 08:48 26 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û Seroka MKG’ê Rosa Metîna jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 

Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de Amed, Stenbol, Mêrdîn û Şirnex jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan de girtin. Polîsan bi ser malên Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnameger Ahmet Sumbul, derhêner Ardîn Dîren û gelek mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girtin û binçavkirin. 
 
ROJNAMEGER HATIN BINÇAVKIRIN
 
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de rojnameger Erdogan Alayumat û Bîlge Aksu, ji damezirînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikulu, Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag û Îsa Ozgan, Bahattîn Bîngol, Halîs Kandîlcî, Faysal Ozdaş, Hamza Kaan, Leyla Dogan, Fersende Aksoy û Mehmet Yaşar Abatan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirinên li vê derê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Eskîşehîrê de hatine kirin. 
 
ÇANAKKALE 
 
Di serdegirtinên malan ên li Çanakkaleyê de 11 ciwan û Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Gokçeadayê Bedîrhan Şeker û rêveberê partiyê Savaş Saribulak hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. 
 
ÊLIH 
 
Di serdegirtinên malan ên li Êlihê de rojnameger Mehmet Uçar hate binçavkirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20), Ronî Şîmdî (17), Hêvîdar Taş, Serhat Aktaş, Arîf Elban û Arîfe Elban hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Hat zanîn ku kesên behsa xeberê bi hinceta tevlibûna protestoyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin. 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
RIHA
 
Di encama serdegirtinên li seranserî Rihayê de 4 kes hatin binçavkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Karakopruyê Ulaş Çoban, Kubîlay Yildiz, Ayfer Haykir û Mehmet Demîr hatin binçavkirin. 
 
Li gundê Atgûdan ê Hewagê jî bi ser malekê de hate girtin. Hat zanîn ku dayika H.A. ku biryara binçavkirina wî hebû, hate derbkirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. 
 
DÊRSIM
 
Li Dêrsimê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkirin ev in: “Şiyar Ataş, Velî Akyol, Aynûr Can û endamê SES Dêrsimê Enes Boran.” 
 
MÊRSÎN Û EDENE
 
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Tarsus a Mêrsînê de welatiyên bi navên Muhammet Ayten, Mehmet Can Kiziltaş, Tamer Aslan, Nûjiyan Ezer, Mehdiye Çîçekdag, Îlhan Bal, Bîlal Sakmak, Gulistan Otlaş û Berfîn Hacer Çîçekdag hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê. 
 
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Akdenîzê de jî Serokê Şaxa DÎSK’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy hatin binçavkirin. 
 
Li Edeneyê jî parêzer Şîar Rîşvanoglû hate binçavkirin.