DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide

  • rojane
  • 13:36 26 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dê serî li Wezareta Dadê bidin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma meclisê ya partiya xwe de got ku ji bo çûna Îmraliyê dê serî li Wezareta Dadê bidin. Bakirhan, anî ziman ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dê serî li Wezareta Dadê bidin û wiha pê de çû: “Îro jî di koma MHP’ê de li ser hate axaftin. Lê piştrast bin ku me amadekariyên xwe kiribûn. Wisa xuya dike ku aqilê ji bo çareseriyê carnan mîna hev dixebite. Em ê tevî hevseroka xwe Tulay Hatîmogûllari îro ji bo çûna Îmraliyê, hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê bidin.”