Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan

  • rojane
  • 14:04 26 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dan. 
 
DAXWAZA HEVDÎTINA RÛ BI RÛ
 
Serlêdan ji hêla Bakirhan ve hate kirin û wiha hate gotin: “Tevî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari em dixwazin bi Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtina rû bi rû bikin. Em dixwazin serlêdana me bê qebûlkirin.”