Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê

  • rojane
  • 15:25 26 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - Îro di danê sibehê de gelek kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan di çarçoveya lêpirsînê de tînin Enqereyê. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de îro li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Şirnex û Enqere jî di nav de li 19 bajaran bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de hevşaredar, rojnameger, siyasetmedar, parêzer û sendîkavan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û ji bo karûbarên îfadegirtinê tînin Enqereyê. 
 
TÊ PAYIN KU ÎFADE DI ROJA ÎNÊ DE BÊN GIRTIN 
 
Tê payin ku îfadeyên binçavkiriyan di roja înê de bên girtin. Hat diyarkirin ku di dosyayê de biryara bisînorkirinê heye. 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDAN Û PARVEKIRINÊN LISER MEDYAYA DIJÎTAL 
 
Hat zanîn ku di dosyaya lêpirsînê ya bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê hatine destpêkirin de îfadeyên şahidên eşkere û nepen jî hene. Hat zanîn ku Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag Karahanli ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal hatiye binçavkirin.