Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be

  • rojane
  • 16:14 26 Mijdar 2024
  • |
img

DÊRSIM - DAD û DÎK’ê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê bi meşekê protesto kirin û gotin: “Tişta hûn dikin ne di olê de ne di wijdanê de ne jî di insaniyetê de heye. Pêşeroj a berxwedêran e.” 

Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê didomin. Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) û endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) li bajar meş li dar xistin. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak, pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê û gelek welatî tev li meşê bûn. Girseya li pêşiya Sûka Binerdî hate gel hev, bi dirûşmên “Qeyûmê dizek ji Dêrsimê bicehime”, “Dê qeyûm biçe, AKP dê hesabê bide gel” ber bi şaredariya dorpçêkirî ve meşiyan. 
 
'ÎRADEYA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN’ 
 
Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Endama DÎK’ê Hatîce Şeker di daxuyaniyê de got ku bi polîtîkayên qeyûm îradeya gel tune hatiye hesibandin. Şeker, anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd ji holê rakiriye, cezayê li Hevşaredarê Dêrsimê hatiye birîn cezayeke hiqûqî nîne û xwest ku qeyûm paşve bên kişandin. 
 
'BI QEDEXEYAN ÇARESERÎ NABE’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî bi lêv kir ku bêtehemûliya tê kirin, bêrêziyeke li dijî îradeya gel e û divê jê re bibêjin “êdî bes e.” Firat, diyar kir ku pirsgirêkên heyî divê bi guftûgoyê bên çareserkirin û çareserî bi qedexekirin û qirkirinan nabe. 
 
‘EV DÊ WIHA NEDOME’
 
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî got ku îradeya gelê Dêrsimê bi bariyeran hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Ev, bariyera li dijî însanetiyê, aştî û azadiyê ye. Hûn, di wijdana gel de mehkûm in. Bizanin ku dê ev wiha nedome. Bila qeyûm derkeve û bibêje; ‘ev xelet e.’ Hinek ji xwe şerm bikin. Tişta hûn dikin ne di olê de, ne di wijdanê de ne jî di insanetiyê de nîne. Dê pêşeroj a kesên xwedî wijdan û li ber xwe didin be. Aqilê xwe bînin serê xwe.” 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.