Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin

  • rojane
  • 16:45 26 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê lêgerîna tazî li rojnameger Erdogan Alayumat hate ferzkirin. 

Rojnameger Alayumat di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê ya Komarê ya Eskîşehîrê de hate binçavkirin. Li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin. Parêzerên MLSA’yê bi Alayumat re hevdîtin kirin û dan zanîn ku lêgerîna tazî li Alayumat hatiye ferzkirin. 
 
Parêzeran got ku dê Alayumat bibin Eskîşehîrê. 
 
Alayumat, di hevdîtinê de ev peyam parve kir: “Rojnamegeriyê dîsa bi êrişeke dest bi rojê kir. Duh di 25’ê Mijdarê de li Stenbolê êrişeke bêperwa hate kirin û dema me dîmen dikişandin rastî êrişa polîsan hatin. Îro jî bi dorpêça darazê hatin binçavkirin. Em ê li her derê bibêjin ku rojnamegerî sûc nîne. Heta ku rayedar fêm dikin jî dê bibêjin.”