ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 27 Mijdar 2024
  • |
img
* Qeymeqamtiya Îskenderûnê, di doza MCG Towerê de ku di erdheja Mereşê de hilweşiya û 14 kesan jiyana xwe ji dest da de, nehişt der barê peywirdarê cemaweriyê Tayfûn Kaba de lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
* Belavkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar li Wanê hatibû qetilkirin û Adnan Işik jî mîrateya wî dewr girtibû. Bi ser qetilkirina Işik re 31 sal derbas bûn û hêj jî kujerên wî nehatine girtin.  
 
* Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê OHD'î Bedîrhan Sarsilmaz ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin, diyar kir ku biryara girtinê ji ber atmosfera polîtîk e û got: "Ev girtin, dê ji bo min bibe sedema mezinkirina têkoşînê." 
 
* Ji xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê Siyajîn Bûrûntekînê diyar kir ku xebatên xwe bi feraseta şaredarîvaniyeke li ser esasê jinê dimeşînin û got ku di warê serwextkirina civakî û hiqûqî de hewl didin qadên jiyanê biafirînin. 
 
* Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye û got: "Ji xeynî parastina vê pergalê û jiyana hevpar, tu alternatîfeke me ya din tune ye."
 
* Endamên Meclisa Ciwanan a HDK’ê diyar kirin ku nayê qebûlkirin ku îktîdar “Mafê hêviyê” bike mijara bazariyê û wiha gotin: “Dê têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên tecrîd û qeyûm bidomin.”
 
* Geşedanên têkildarî rojnameger, nivîskar, helbestvan û siyasetmedarên di bin çavan de bên şopandin. Têkildarî binçavkirinan dê li Enqere û Mêrdînê daxuyanî bên dayin. (10.00-17.30)  
 
* Sêyemîn danişîna doza qetilkirina Ahmet Gun ê HDP'î dê li Şirnexê bê lidarxistin. (13.00)
 
* Li Êlih û Dêrsimê dê tayînkirina qeyûman bên protestokirin. (13.00)
 
* Rêxistinên pîşeyî dê têkildarî binçavkirina rojnamegeran li pêşiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê daxuyaniyê bidin. (13.30) ZINDÎ