Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye

  • rojane
  • 09:02 27 Mijdar 2024
  • |

DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye û got: "Ji xeynî parastina vê pergalê û jiyana hevpar, tu alternatîfeke me ya din tune ye." 

Li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mustafa Sarigul di rûniştina doza ku di 20'ê Mijdarê de hat dîtin de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Piştî du rojan (22'yê Mijdarê) bi biryara Wezareta Karên Navxweyî li şûna Konak û Sarigul qeyûm hat tayînkirin.
 
 
Ji roja ku qeyûm hatine tayînkirin û vir ve gelê Dêrsimê bertekên xwe li qadan nîşan dide. Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Doganê, der barê 3 serdemên qeyûm tayinî Şaredariya Dêrsimê hatine û desteserkirina îradeya gel de axivî.
 
'DÊRSIM LI PROFÎLA PERGALÊ NAYÊ'
 
Kadriye Doganê bilêv kir ku Dêrsim piştî Esenyûrt, Mêrdîn, Colemêrg, Xelfetî û Êlihê bi zanebûnî hatiye hilbijartin û got ku Dêrsim ji berê heta niha her tim li ber çavên dewletê wekî "pirsgirêk" hatiye dîtin. Kadriye Dogan got: “Dêrsim cihekî taybet û bêhempa ye. Ji aliyê dîrokî ve, di serdema Osmanî û Komarê de, wekî 'pirsgirêk' û 'belayek' ku her tim divê were çareserkirin, hatîya dîtin. Bajarekî ku bi biryara Lijneya Wezîran rastî wêrankirinê hatiye. Ji ber ku avanî, bawerî û çanda wê ya jiyanê ne li gorî profîla pergalê ye." 
 
Kadriye Doganê diyar kir ku kodên damezrandina Komara Tirkiyeyê li ser tirktî û sunîtiyê hatine avakirin û got: “Ji bo afirandina vê nasnameyê, zilmek mezin li yên ne ji xwe kirin û ew qir kirin."
 
Kadriye Doganê bilêv kir ku ew bi komkujiyan û polîtîkaya tunebûnê re rû bi rû dimînin û got: “Gava hûn ji tiştekî heyî re bêjin 'tune' ye ew nayê wateya ku tune ye. Gava tu rarbî qir bikî wê li dijî zilmê berxwedan çêbibe. Vê têkoşînê wekî 'terorîst' formule' dikin û di ser vê re zilmê dikin. Tişta ku em jê re dibêjin 'şerm e, guneh e, zilm e' ev bi xwe ye. Me di sala 1938'an de serî netewand. Lê îro heman guneh tê kirin. Ji lew re bi neheqîş û komkujiyên hatin kirin re hevrûbûyînek çênebû. Ger hevrûbûn çêbûbûna îrp wê ev tişt neqewimiyana. Wê qeyûm jî derneketa pêşiya me." 
 
‘ALTERNATÎFA ME HEVSEROKATÎ YE’
 
Kadriye Doganê anî ziman ku polîtîkaya qeyûm li dijî pergala hevserokatiyê tê meşandin û wiha dewam kir: “Qeyûm dixwazin jin di nava malbatê de serî bitewînin. Lê belê pergala hevserokatiyê yekane xeta têkoşînê ya ciddî ye ku ji holêrakirina qirkirina jinê misoger dike. Ji bilî ku em vê pergalê ber bi demokrasiyê ve biguherînin û jiyana hevpar biparêzin tu çareya me nemaye. Erka me ye ku em Tirkiyeyê veguherînin demokrasiyê. Pêvajoya tê ji vê pê ve tu rêyeke din nahêle. Pêşeroj, li cihê têkoşerên mafdar e."