Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim

  • rojane
  • 09:07 27 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê OHD'î Bedîrhan Sarsilmaz ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin, diyar kir ku biryara girtinê ji ber atmosfera polîtîk e û got: "Ev girtin, dê ji bo min bibe sedema mezinkirina têkoşînê." 

Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 25'ê Cotmehê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û di 30'yê Cotmehê de li hatibû girtin, li Girtîgeha Girtî ya Hêjmar 1 Tîpa L a Marmarayê (Sîlîvrî) tê girtin.
 
Sarsilmaz ji girtîgeha ku lê tê girtin bi rêya parêzerên xwe hin nirxandin kirin. 
 
BIRYAREKE POLÎTÎK
 
Sarsilmaz diyar kir ku girtina wî ji ber atmosfera siyasî ya heyî ye û got: "Di pêvajoyeke ku qeyûm tayinî vîna gel tên kirin, şaredar tên girtin de û di esasê xwe de desthilat dixwaze tevahiya civakê dîzayn bike, biryara girtinê ne hiqûqî polîtîk e. Wekî raya giştî dizane di dema xebatên xwe yên pîşeyî, di danişînê de hatim binçavkirin û paşê hatim girtin. Mirov dikare hem awayê binçavkirina min û hem jî biryara girtina min ji bo hemû parêzerên ku bi têgihiştineke azadîxwaz parêzertiyê dikin wekî çavtirsandinekê binirxîne." 
 
‘VEGUHERIYE DERYAYA BINPÊKIRINA MAFAN'
 
Sarsilmaz bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û diyar kir ku girtîgehên li welêt veguherîne “deryaya binpêkirina mafan”. Sarsilmaz bal kişand ser binpêkirina mafên xwe jî û got: "Di roja 4'emîn a girtina min de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Marmarayê, gava ji bo hevdîtina bi parêzerên xwe re çûm, min di korîdorê de silav da girtiyekî. Bi hinceta silavdayînê û hevhembêzkirinê der barê me her duyan d ejî lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin. Em bi rastiyeke girtiyê re rû bi rû ne ku tişta herî mirovî silavkirinê re jî dike mijara lêpirsînê."
 
Sarsilmaz got: "Tişta ku herî zêde bala min kişand di dema girtina min de ew bû ku bi dehan kesên ku bi hincetên wekî stranên kurdî, govenda li ber stranên kurdî, şandina pereyan ji xizmên xwe yên girtî re bi neheqî ji azadiya xwe bêpar mane."
 
‘ÎLLEGALÎZEKIRINA PARÊZERTÎ Û NASNAMEYA KURD'
 
Sarsilmazê diyar kir ku hatiye xwestin ku nasnameya wî ya parêzeriyê bê îllegalîzekirin û got: “Di encamê de bi vê girtinê hem parêzertiya min hem jî nasnameya min a kurdbûyînê hedef hat girtin. Ez tenê yek ji wan kesan im ku bi vê bêhiqûqiyê re rû bi rû dimînim. Lê belê ez dixwazim diyar bikim ku; ev girtin wê ji bo min bibe sedema mezinkirina têkoşînê."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû