Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 10:27 27 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 23’yan. Li Dêrsim û Amedê jî 6 kes hatin binçavkirin.
 
Di serdegirtinên malan ên li bajarokê Ereban a navçeya Hezexê ya Şirnexê de endama Meclisa Giştî ya Bajar a DEM Partiyê Muzeyyen Înan û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û her 3 kes jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. 
 
Duh di encama serdegirtinên malan ên li Şirnexê de 20 kes hatibûn binçavkirin. Navên hin kesên hatine binçavkirin ev in: “Zinar Elînç (17), Halîl Kizilcan, Omer Basan, Amed Sevîm, Kadrî Îrtegun, Salih Urgen, Hakki Belge û Nizar Akbaş.”
 
Bi binbçavkirina 3 kesên dawî re hejmara binçavkiriyên li Şirnexê derket 23’yan. 
 
LI DÊRSIM Û AMEDÊ BINÇAVKIRIN 
 
Di serê sibehê de li Dêrsimê bi ser gelek malan de hate girtin û welatiyên bi navên Çagdaş Kayaoglû, Mûrat Karaboga û Ridvan Gul hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. 
 
Di serdegirtinên malan ên îro yên li navçeya Farqînê ya Amedê de jî welatiyên bi navên Huseyîn Melîk, Eşref Gensur û Mehmet Can Evren hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.