Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin

  • rojane
  • 10:58 27 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Nûnerên rêistinên pîşeyî yên çapemeniyê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û xwestin hempîşeyên wan bên berdan. 

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de li Amed, Êlih û Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî di nav de 10 rojnameger hatin binçavkirin. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan û xwestin hempîşeyên wan bên berdan. 
 
'YA LI VIR TÊ DARIZANDIN ROJNAMEGERÎ YE’ 
 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek anî ziman ku zext û sansur her ku diçe zêdetir dibe û wiha got: “Rojnamegeran karê xwe dikirin lewma hatine binçavkirin. Tirkiye roj bi roj ber bi kaosê ve diçe. Nelirêtî û xizanî derketine lûtkeyê. Nikare vê rewşê çareser bikin û îcar êrişî çapemeniya azad dikin. Medyayeke girêdayî xwe ava kiriye ku eleqeya wê bi rastiyan nîne. Lê çapemeniya azad ratiyan, heqîqetê vedibêje. Hevalên me jî rastî nivîsandin lewma hatin binçavkirin. Em careke din bang li gelê xwe û hemû komên pîşeyî dikin ku piştevaniyê bikin. Dengê heqîqetê nayê qutkirin. Rojnamegerî, sûc nîne.” 
 
'GEF LI SER ROJNAMEGERIYA LI TIRKIYEYÊ HEYE’ 
 
 
Nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ê Amedê Mahmût Oral jî bi bîr xist ku di serdemên krîtîk de her tim li dijî rojnamegeran operasyon tên kirin û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê kengî pêşiya hinek tiştan vebe, destên veşarî li edliyeyan dîsa dikevin nava hewldanan. Îktîdar, rojnamegeriyê weke ‘terorîzm’ û rojnamegeran jî weke ‘terorîst’ dibîne. Her wiha hiqûqê weke ‘ço’ dibîne. Lewma rojnameger tên binçavkirin. Em vê êrişa li dijî rojnamegeran qebûl nakin û şermezar dikin. Em bang li rayedaran dikin ku tavilê hevalên me berdin. Ji ber îktîdara AKP’ê, gefeke mezin li ser rojnamegeran heye. Ji rastiyan ditirsin û dixwazin veşêrin. Rojnamegerî sûc nîne. Em banga piştevaniyê li hemû rêxistinên pîşeyî dikin.” 
 
'EM PIŞTEVANIYA HEV BIKIN’
 
 
Nûnerê Basin-Îş’ê ya DÎSK’ê yê Amedê Hakki Boltan jî anî ziman ku binbçavkirina rojnameger, nivîskar, karîkaturîst, sînemevan û entellektuelan armanca esasî ya îktîdarê nîşan dide û wiha got: “Ev êriş, bêtehemûliya li dijî Çapemeniya Azad e ku rastiyan bi awayekî zelal bi raya giştî re parve dike. Di heman demê de rojnamegeriya ku siyaseta îktîdarê ya li dijî muxalefet û kurdan teşhîr dike hedef hatiye girtin. Divê li dijî vê îktîdara faşîst em piştevaniya hev bikin.”