Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin

  • rojane
  • 12:54 27 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin û gelek kes binçav kirin. 

Polîsên Ingilîz serê sibehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Londonê û malên gelek siyasetmedar û welatiyên kurd. Hate ragihandin ku di operasyonan de ku bi sedan polîs tev li bûn, deriyên malan hatin şikandin. Li Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê lêgerîn dewam dike û ketin û derketina kolana ku KCC lê ye hate girtin.
 
Li gorî nûçeya ANF’ê; di serdegirtinê de bi îdiaya lêgerînê polîsan malên gelek welatiyên Kurd serûbin kirin. Hate ragihandin ku heta niha Hevseroka Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak, xebatkarên meclisê Ercan Akbal, nivîskar û siyasetmedar Alî Poyraz û Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Gelê Kurd Agît Karataş hatin binçavkirin.
 
Her wiha di serdegirtina mala Turkan Bûdak de li gorî agahiyan, birayê wê Hayrî Bûdak ji bo nehêle polîs bi zorê derî bişikîne, hewl da lê belê di wê kêliyê de birîndar bû. Li gorî agahiyan Alî Poyraz jî bi kelemçekirî hate binçavkirin û kesên li malê jî bûn li erdê hatin dirêjkirin û li helwesteke tund a polîsan rast hatin.
 
Hevserokê Meclisa Gelê Kurd Saît Sûrûç bang li gelê kurd û dostên wan kir ku li ber Navenda Civaka Kurd kom bibin.