Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin

  • rojane
  • 13:10 27 Mijdar 2024
  • |
img
AMED - Şaredariya Peyasê ya DEM Partiyî li Taxa Huzurevleriyê loqenteya gel vekir. 
 
Şaredariya Peyasê ya Amedê ku di destê DEM Partiyê de ye, li Taxa Huzurevleriyê loqenteya gel vekir. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di vekirina loqenteyê de bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredar Cengîz Dundar da. Bêrîvan Gulşen Sîncar bal kişand ser gefa tayînkirina qeyûm û got ku xebatên wan bênavber didomin. 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî bertek nîşanî binçavkirina Dundar da û got ku çi bibêje dê xizmetên wan bidomin. Hatun, wiha domand: “Me şaredarî ji dizan standin. Tevî bêderfetiyan jî projeyên xwe pêk tînin. Di şexsê serok Cengîz de em loqenteyê li gelê xwe pîroz dikin.” 
 
Piştî axaftinan, loqente hate vekirin. Hevşaredaran xwarin belavî beşdaran kirin. 
 
4 CUREYÊN XWARINAN BI 70 LÎREYAN E
 
Loqenteya gel dê ji bilî roja yekşemê her roj ji saet 12.00 heta 17.00’ê vekirî be. Loqente dê 4 cureyên xwarinê bi 70 TL’an bide. Beriya niha jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeyên Ofîs û Rezanê loqenteyên gel vekiribû.