Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin

  • rojane
  • 12:38 27 Mijdar 2024
  • |

DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm û binçavkirinan da.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê, meşeke protestoyî li dar xist. Girse li pêşiya Sûka Binerd hate gel hev û bi pankarta “Em xwedî li îradeya xwe derdikevin û binçavkirin, girtin û zext nikarin me bêzar bikin”, bi çepik û dirûşman ber bi Şaredariya Dêrsimê ve meşiyan. Endamên platformê gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin û li vir daxuyanî dan. 
 
'HÛN NIKARIN ÎRADEYA GEL BIŞIKÎNIN’
 
Li ser navê platformê Ergîn Tekîn axivî û got ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê berdewamiya êrişa dîrokî ya li dijî Dêrsimê ye. Tekîn, bal kişand ser Komkujiya Dêrsimê û êriş û zextên li ser Dêrsimê û got ku heman êriş îro bi awayên cuda tên domandin. Tekîn, got ku tevî hemû êriş û zextan jî xelkê Dêrsimê li ber xwe dide û dê kesek nekare îradeya gelê Dêrsimê bişikîne. Tekîn, anî ziman kul îktîdadra AKP’ê hewl dide têkçûna xwe ya di hilbijartinên 31’ê adarê de bi belavkirina muxalefetê û binçavkirinan veşêre. 
 
'GIRTIN HEWLDANA CEZAKIRINÊ YE’ 
 
Bi domdarî Tekîn anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel tune hatiye hesibandin û AKP vê rêbazê ji bo bêzarkirinê bi kar tîne. Tekîn, wiha pê de çû: “Bi girtin û binçavkirinan dixwazin gel bêdeng bikin.” Tekîn, kesên ji ber çalakiyên protestoyî hatin girtin bi bîr xist û got ku ev yek hewldana cezakirina gel e. Tekîn, da zanîn ku dê polîtîkaya îktîdarê bi ser nekeve û wiha axivî: “Mîna berê dê îro jî xelkê Dêrsimê xwedî li îradeya xwe derkeve. Cezayên hefsê yên li Cevdet Konak û Mûstafa Sarigul hatin birîn û cezayê hefsa malê yê dayin Bîrsen Orhan, nîşan dide ku daraz bûye amûra polîtîkayên zextê yên îktîdarê. Ev ceza, bi mebesta bêzarkirina têkoşîna demokratîk a gel tên kirin. Tayînkirina qeyûman, xesp û derbeyeke li dijî îradeya gel e. Divê ev operasyonên derhieqûqî bên bidawîkirin û girtî û binçavkirî tavilê bên berdan.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulakû jî anî ziman ku Seyîd Riza û hevalên wî li hemberî zilmê serî netewandin û xelkê Dêrsimê jî dê serî netewîne. Hulakû, anî ziman ku qeyûm talan, dizî û xesp e û xwest ku bêhiqûqiyên heyî tavilê bên bidawîkirin. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.