Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne

  • rojane
  • 13:38 27 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger, nivîskar, helbestvan, karîkaturîst û akademîsyen jî di nav de gelek kes ev du roj in binçavkirî ne. 

Duh li Amed, Şirnex, Dêrsim, Bedlîs, Riha, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Çanakkale jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Wezareta karên hundir da zanîn ku bi giştî li 31 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û 231 kes hatine binçavkirin. Welatî, ev 2 roj in di bin çavan de ne. 
 
ROJNAMEGER Û NIVÎSKAR
 
Kesên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Eskîşehîrê de hatin binçavkirin ev in: “Roza Metîna (Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê), Erdoğan Alayumat (Rojnameger), Tugçe Yilmaz (Rojnameger), Bîlge Aksu (Rojnameger), Ahmet Sumbul (Rojnameger), Bîlal Seçkîn (Rojnameger), Mehmet Ucar (Rojnameger), Havîn Derya (Rojnameger), Sûzan Demîr (Rojnameger), Abdurrahman Aydin (Akademîsyen/Yazar), Ardin Dîren (Wegêr-Derhêner), Dogan Guzel (Karîkaturîst), Hîcrî Îzgoren (Helbestvan), Omer Barasî (Wergêr-Nivîskar), Baver Yoldaş (Koordînatorê Pirtûkakurdî) û Emrah Kelekçîer (Wênevan).”
 
Di çarçoveya lêpirsînê de derheqê kesên cuda de jî biryara binçavkirinê hatiye dayin. Rojnameger û nivîskar hêj niha jî li bajarên lê hatine binçavkirin li emniyetê tên ragirtin. Nayê zanîn bê ka dê li sewqî Eskîşehîrê bên kirin a n na. 
 
ŞIRNEX: 23 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de duh û îro bi ser malên gelek kesan de hate girtin. Li gorî agahiyan, heta niha bi giştî 23 kes hatine binçavkirin û navên çend ji wan ev in: “Endama Meclisa Giştî ya Bajar a DEM Partiyê Muzeyyen Înan, Zinar Elînç (17), Halîl Kizilcan, Omer Basan, Amed Sevîm, Kadrî Îrtegun, Salih Urgen, Hakki Belge û Nizar Akbaş.”
 
DÊRSIM: 4 KES HATIN GIRTIN, 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Ji duh ve li Dêrsimê bi ser gelek malan de hate girtin. Bi hinceta protestokirina qeyûm, gelek kes hatin binçavkirin. Ji kesên duh hatin binçavkirin Şiyar Ataş, Aynur Can, Velî Akyol û endamê Şaxa SES’a Dêrsimê Enes Boran bi îdiayên “Zirar dane malê cemaweriyê” û “Muxalefeta li dijî qanûna çalakî û meşan” hatin girtin. Di serdegirtinên malan ên îro de jî Çagdaş Kayaoglû, Mûrat Karaboga, Ridvan Gul û Aykut Aksakalli hatin binçavkirin.
 
AMED 
 
Duh û îro li Amedê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Li gel rojnamegeran, her wiha Hevaşedarê Peyasê Cengîz Dundar, endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Nû Siyabend Demîr û Nûsret Akin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatin binçavkirin, birin Enqereyê. Îro jî li navçeya Farqînê bi ser malan de hate girtin û 6 kes hatin binçavkirin. Navên çende kesên hatine binçavkirin ev in: “Huseyîn Melîk, Eşref Gensur û Mehmet Can Evren.”
 
STENBOL
 
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de ji avakerên ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu, Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag û Îsa Ozgan, Eyup Ok, Mazlum Avci, Îsmaîl Toptamur, Necîp Bîngol, Bahattîn Bîngol, Halîs Kandîlcî, Faysal Ozdaş, Hamza Kaan, Leyla Dogan, Fersende Aksoy û Mehmet Yaşar Abatan hatin binçavkirin. 
 
ÇANAKKALE 
 
Di serdegirtinên malan ên li Çanakkaleyê de 11 ciwan û Hevserokê DEM Partiyê yê Gokçeadayê Bedîrhan Şeker, rêveberê partiyê Savaş Saribucak û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê jî bi ser malan de hate girtin û di serdegirtinan de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20) û Roni Şîmdî (17) ku xizmên hev in û Hêvîdar Taş, Serhat Aktaş, Arîf Elban û Arîfe Elban hatin binçavkirin. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin. Hat zanîn ku bi sedema protestokirina qeyûm hatine binçavkirin. 
 
RIHA
 
Li seranserî Rihayê duh bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Hevserokê DEM Partiyê yê Karakopruyê yê berê Ulaş Çoban, Kubîlay Yildiz, Ayfer Haykir û Mehmet Demîr hatin binçavkirin. 
 
MÊRSÎN, EDENE, ÎZMÎR
 
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê de Muhammet Ayten, Mehmet Can Kiziltaş, Tamer Aslan, Nûjiyan Ezer, Mehdiye Çîçekdag, Îlhan Bal, Bîlal Sakmak, Gulistan Otlaş û Berfîn Hacer Çîçekdag hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Akdenîzê jî Serokê Şaxa DÎSK’ê ya Akdenîzê Kemal Goksoy hat binçavkirin. 
 
Parêzer Şîar Rîşvanoglû li Edeneyê hate binçavkirin. 
 
Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Sezgîn Zevkîbol jî li Îzmîrê hate binçavkirin. 
 
ENQERE
 
Serokê Giştî yê DÎSK/Genel-Îşê Remzî Çalişkan hate binçavkirin. 
 
MANÎSA
 
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Turgutlu ya Manîsayê de Turan Temel, Şehrîban Tayfan, Kerem Yalçinkaya û Gulbahar Bulut hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê jî weke tevlibûna Newrozê hate nîşandan. 
 
BEDLÎS 
 
Li bajarê Bedlîsê jî di serdegirtinên malan de zêdetirî 10 kes hatin binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên binçavkiriyan didomin. 
 
ÇANAKKALE 
 
Duh li Çanakkaleyê bi ser gelek malan de girtin û 15 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.