Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê

  • rojane
  • 14:01 27 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - Ji binçavkiriyên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin 10 jê anîn Enqereyê. 
 
Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de duh li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Şirnex û Enqere jî di nav de gelek kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. 
 
Ji binaçvkiriyan Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag, ji damezirînerên ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu, Serokê Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê Remzî Çalişkan, Leyla Dogan, Şîar Rişvanoglû, Erdal Guzel, Halef Caruş, Faruk Ayhan û Ecevît Odabaşi anîn Enqereyê. 
 
Ji ber biryara bisînorkirina dosyayê, parêzerên binçavkiriyan îro karîn bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Tê payîn ku di roja înê de îfadeyên binçavkiriyan ên li dozgeriyê bên girtin.