HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya

  • rojane
  • 08:54 8 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komên dijberî rejîma Baas şevê din bajarên Humus û Şamê jî kontrol kirin. Bi vî rengî Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esad ket.

Li Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê ve geşedanên pir bi lez û aloz hene. Komên dijberî rejîma Baasê di nava 12 rojan de bajarên Heleb, Hema, Humus, Dera, Siweyda û herî dawî jî paytex Şamê bi dest xistin. 
 
Bi vî rengî Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esat ket.
 
Rewşa bajarên Tertus û Latkiye ku hîn tu kom neketinê û baregehên Rûsyayê li wan deran hene, nediyar e. 
 
Her wiha Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad duh êvarî saet di 22.00'yan de ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ji welêt derketiye. Nayê zanîn ku herêma armanckirî ya Esad ku derê ye.