DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin

  • rojane
  • 09:32 8 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - DBP'ê beriya 7'emîn kongreya xwe ya asayî ya ku wê di 12'ê Çileyê de li Enqereyê pêk bê, wê li Amedê 3 rojan konferans û civîna gel li dar bixe.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 12'yê Çileyê de li Enqereyê 7'emîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Beriya kongreyê wê di 5'ê Çileyê de li Amedê civîneke mezin a gel bê lidarxistin. Her wiha wê li Amedê konferansên 3 rojan ên "Amadekariya Kongreyê" bên lidarxistin. Di 13’ê Kanûnê de wê konferansên jinan, 14-15’ê Kanûnê jî konferansên têkel bên lidarxistin. Her wiha dirûşmeyên 3'yemîn konferansa ku ji aliyê DBP'ê ve bê lidarxistin jî hatine diyarkirin. Di konferansa jinan de dirûşmeya “Em bi jinên rêxistinkirî û azad re civaka azad ava dikin” û konferansa têkel jî “Bi pêşengiya îradeya teorîk û pratîk em civakeke azad ava dikin” ne.
 
Pêvajoya siyasî, rewşa rêxistinî, geşedanên li cîhanê û Rojhilata Navîn, kampanyayên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tayînkirina qeyûman, gengeşeyên "pêvajoya nû" ku bi vekirina Meclisê dest pê kirin, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di konferansên Amadekariyên Kongreyê de bên gengeşekirin. Polîtîkayên ji bo serdema nû dê li gorî pêşniyazên li konferansan dên kirin, bên diyarkirin.
 
LI AMEDÊ HEVDÎTNEKE MEZIN
 
Piştî konferansan wê di 5'ê Çileyê de li Amedê civîneke mezin a gel bê lidarxistin. Hat hînbûn ku dê delege, sazî, gel, hevşaredar û endamên meclisê beşdarî civînê bibin. 
 
Piştî civîna li Amedê wê kongre di 12'ê Çileyê de li Enqereyê bê lidarxistin. Bi kongreyê re dê hevserok û rêveberiya nû ya DBP’ê bên diyarkirin.
 
MA / Mujdat Can