Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 13:17 13 Kanûn 2024
  • |
img
WAN - Di serdegirtinên malan ên li Wanê de Serokê Konseya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fîkret Dogan û 2 kesên din hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsên dewleta tirk li Wanê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê berê Harun Okay, Hevserokê HDP’ê yê Bajar ê berê û Serokê Konseya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Fîkret Dogan û li Tetwan a Bedlisê jî welatiyê bi navê Mûstafa Doner hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê. 
 
Hat zanîn ku Okay, Dogan û Doner di çarçoveya dosyaya Şaredarê Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozer de hatine binçavkirin.