ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 14 Kanûn 2024
  • |
img
* Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Êlihê bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û bang li hikûmetê kirin ku "bi kurdan re li ser maseyê rûnên, ne bi çeteyan re."
 
* Mehmet Şahîn ê ku bi biryarnameyê ji kar hat dûrxistin, têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo wergirtina îkramiyeya malnişîniyê winda kir. Şahîn ji ber ku nikaribû 24 hezar lîre heqê dosyeyê û heqê parêzeriyê bide ket ber îcrayê. 
 
* Amediyan bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û aqûbeta Seddam Huseyîn bi bîr anîn û diyar kirin ku aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navînê tenê bi çareseriya pirsgirêka kurd pêkan e.
 
* DBP, dê bi mijara "Bi pêşengiya vîna teorik û pratîk em civakeke azad ava dikin" li dar bixe.
 
* Xizmên Windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên heftane bên lidarxistin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê, dê cara 1029'emîn li Qada Galatasarayên bên cem hev. (12.00)
 
* Dê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bên protestokirin. (12.00-16.00)
 
* Dê têkildarî girtiyên nexweş li Enqere, Stenbol û Îzmîrê daxuyanî bên dayîn. (13.00)