Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê

  • rojane
  • 09:05 14 Kanûn 2024
  • |

ÊLIH - Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Êlihê bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û bang li hikûmetê kirin ku "bi kurdan re li ser maseyê rûnên, ne bi çeteyan re."

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Êlihê Resûl Çetîn û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Songul Korkmaz êrişên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin. .
 
Çetîn qewimînan wekî “dijminatiya li kurdan” bi nav kir. Çetîn bal kişand ku li dijî vîna jiyana hevpar êriş pêk hatine û êrişên DAIŞ'ê yên salên borî bi bîr xist. Çetîn got: "Li dijî vê yekê pêwîstî bi hevgirtinê heye. Divê rê nedin van planên qirêj. Divê hemû gel ji bo jiyana azad toreke têkoşîna hevpar ava bikin. Ev nexşe ne li ser daxwaza gel, di çarçoveya plana hêzên hegemonîk de tê dîzaynkirin."
 
Çetîn bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di êrişan de û got: "Eger Tirkiye di vê polîtîkayê de israr bike, wê ji gelek aliyan ve winda bike. Divê bi kurdan re li ser maseyê rûne, ne bi çeteyan re. Ne pêkan e ku hêzên paramîlîter bi ser bikevin. Serkeftin wê ya gel be. Divê gel bi hev re têbikoşin û jiyana azad bi ava bikin û ev dê bibe dawiya xwînmijan." 
 
Songul Korkmazê bal kişand ser berxwedana ku di sala 2014'an de piştî êrişên li ser Kobanê çêbûn û got: "Çawa ku Kobanê neket, bi têkoşîna hevpar a gelan wê Rojava jî bi ser bikeve. Êrişa li vir êrişa li dijî daxwaza gel e. Rojava cihê jiyana hevpar e ku bawerî û mezhebên cuda li hev kom dibin û modela jiyana hevpar ava dikin. Li wir têkoşînek bi pêşengiya jinan tê meşandin. Dema ku zilma DAIŞ'ê çêdibû jinan li ber xwe dan û pêşengiya cîhanê kirin. Şoreşek e ku ev zîhniyeta qirêj têk bir.” 
 
Songul Korkmazê wiha got: "Zîhniyeta ku îrade, nasname, hebûn û destkeftiyên jinan ji nedîtî ve tê, dîsa êriş kir. Dema ku em îro li Rojhilata Navînê dinêrin, em dibînin ku şerên ku diqewimin bandoreke çawa li jin û zarokan dike. Em di pêvajoyeke ku hiqûqa şer hatiye hilawistin re derbas dibin. Êrişên hovane li ser jin û zarokan tên kirin. 
 
Songul Korkmazê banga "têkoşîna hevpar" kir.