Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê

  • rojane
  • 09:09 14 Kanûn 2024
  • |

AMED - Mehmet Şahîn ê ku bi biryarnameyê ji kar hat dûrxistin, têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo wergirtina îkramiyeya malnişîniyê winda kir. Şahîn ji ber ku nikaribû 24 hezar lîre heqê dosyeyê û heqê parêzeriyê bide ket ber îcrayê. 

Endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Amedê Mehmet Şahîn, di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya bi hejmara 675'an hat îxrackirin. Komîsyona Rewşa Awarte (OHAL) bi hinceta ku piştî 2 sal û nîvan lêpirsîn hatiye vekirin, serlêdana Şahîn a ji bo îadekirinê red kir. Şahîn ê ku têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo wergirtina tazmînata malnişîniyê berdewam kir, ji dozên ku vekir nekarî encam bigire, bi serde 24 hezar TL heqê parêzer û lêçûnên dosyeyê jî lê hatin barkirin. 
 
Şahîn anî ziman ku ji ber ku nikaribûye lêçûnên dosyeyê bide, ketiye ber îcrayê. 
 
'ÎKRAMIYE NEHATIN DAYIN'
 
Şahîn anî ziman ku di sala 2016'an de tevî ku der barê wî de lêpirsîneke îdarî û edlî nehatiye kirin jî bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatiye girtin û wiha got: "Komîsyona Rewşa Awarte ya ku li ser pêşniyaza DMME'yê li Enqereyê hat avakirin piştî 4 salan serlêdana min red kir. Li dijî biryara Komîsyona Rewşa Awarte ya li dijî min hat dayîn, min serî li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê da. Dadgeha Îdarî ya 21'emîn a Enqereyê biryara komîsyonê guncav dît û 2 û nîv sal piştî avêtina min a ji kar, di Gulana 2018'an da der barê min da doz hat vekirin. Dadgeha Îdarî ya Herêmê û Şûraya Dewletê ya ku min serî li wan dabû jî bi heman sedeman li dijî min biryar dan."
 
Şahîn anî ziman ku dosyeya dozê birine Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û wiha got: “Dema ku ez ji kar hatim avêtin ji ber ku 25 sal maweya xizmeta min neqedandiyabû ez nikaribûm teqawid bibim. Ji bo teqawid bibim ez li şîrketeke taybet xebitîm û min 25 salên xwe temam kir. Gava min ji bo teqawidbûyînê serlêdan kir, gotin ji ber ku etvahiya xizmetê ne girêdayî sindoqa malnişîna ye, dê îkramiyeya malnişîniyê nedin. Ji bo ev neheqî ji holê bêr akirin min serî li Dadgeha Îdarî ya 10'emîn a Enqereyê da. Ev doz di 24’ê Cotmeha 2024’an de li dijî bi encam bû. Dadgehê ji aliyê qanûnî ve guncav dît ku heqê malnişîniyê bê dayîn. Lê dadgeha ku der barê min de biryar da, her wiha biryar da ku ez lêçûnên dadgehê û heqê parêzeran bidim SGK'ê." 
 
KET BER ÎCRAYÊ
 
Şahîn anî ziman ku parêzerên SGK'ê di 3'yê Kanûna 2024'an de beriya ku biryara dadgehê bigihê wî dest bi taqîbata îcrayê kirine û got: "Dema li dadgehan li mafên xwe digeriyam ez ketim ber îcrayê. 9 sal in ez mexdûrê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de me. Ez ne di wê rewşê de me ku vî pereyî bidim. Saziya Ewlehiya Civakî ya ku bi nedayîna îkramiyeya malnişînê ez mexdûr kirim, niha jî wê îcrayê bîne mala min. Xaniyek min heye, çavê wê lê ye wî jî ji min bistîne. Êdî em mafdar bin jî, ji tirsa ku em ê têkevin ber îcrayê em nıkarın seri lı dadgehan bıdın."
 
MA / Mujdat Can