Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike

  • rojane
  • 10:42 14 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Rêvebira Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cûmayê ragihand ku di encama êrişan de qadên jiyanê bûne hedef û DAIŞ'a ku ji vê rewşê sûd werdigire hewl dide hêza xwe xurt bike.

Êrişên artêşa Tirkiyeyê û komên paramîlîter yên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Piştî êrişên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên li dijî rejîma Baasê, yekser Şehba û Til Rifet bûn hedefa Tirkiye û ANS'ê. Ji ber êrişan bi deh hezaran şêniyên herêmê neçar man koçî bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Di heman demê de li dijî Minbicê êrişên dijwar pêk hatin. Ji ber êrişan bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
 
QADÊN JIYANÊ DI HEDEFÊ DE NE
 
Yek ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cumayê êriş û geşedanên li herêmê nirxandin. Evîn Cûmayê da xuyakirin ku ji sala 2018'an û vir ve êrişên li ser bajarên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Til Rifet, Eyn Îsa û Kobanê tên kirin û got: "Di van êrişan de gelek sivîl bi taybet jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes jî koçber bûne. Her wiha, êrişa li ser bendava Tişrînê metirsiyeke cidî ye."
 
GEFA DAIŞ'Ê
 
Evîn Cûmayê diyar kir ku li herêmê sûcên şer tên kirin û bi taybet li cihên di bin kontrola komên paramîlîter de belgekirina binpêkirina mafên mirovan zehmet e û got: "Jin û zarok bûne hedefa komkujiyan. Birîndar jî tên qetilkirin. Niha jî gundên Eyn Îsa, Kobanê û Minbicê di hedefê de ne. Ev êriş ne tenê aloziyan çêdike, di heman demê de dibe sedem ku DAIŞ dîsa bibe desthilatdar û bi deh hezaran çeteyên DAIŞ’ê li Holê girtî ne. Herêm ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo cîhanê jî metirsiyek e. Gelên li vir dijîn bi komên cuda yên etnîkî û olî re bi awayekî aştiyane dijiyan. Lê eger alîkariya cidî ji koçberan re neyê kirin, êriş wê vê aştiyê têxe xetereyê." 
 
BANGAWAZÎ
 
Evîn Cûmayê destnîşan kir ku divê rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî êrişan bikevin nava liv û tevgerê. Evîn Cûmayê got: "Li vir wêranî heye, lê saziyên navneteweyî bêdeng in. Ger li vir zêde bal neyê kişandin, binpêkirinên mafên mirovan wê hîn zêdetir bibin. Mafê jiyanê yê koçberan tê binpêkirin, pirsgirêkên niştecihbûnê nayên çareserkirin. Mirov birçî dimînin. Ji ber ku jiyana wan her tim di bin tehdîdê de ye, dixwazin aştiyê pêk bînin. Divê civaka navneteweyî li vir berpirsyariya xwe bi cih bîne."
 
MA / Delal Akyuz