Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin

  • rojane
  • 15:24 23 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan xwest têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de Komîsyona Lêkolînkirinê ya Meclisê were avakirin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, lêpirsîn, binçavkirin û girtinên derheqê rojnamegeran de pêşnûme da Serokatiya Meclisê û xweset Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin. 
 
Dîlan Kunt Ayan, di pêşnûmeyê de got ku li gorî Îndeksa Azadiya Çapemeniyê di nava 180 welatan de Tirkiye di rêza 158’an de ye û wiha got: “Tirkiye, ji bo rojnamegeran di kategoriya ‘xeternak’ de ye. Di nava salekê de li Tirkiyeyê herî kêm 366 rojnameger hatine darizandin. Îktîdar, kesên ne ji xwe hedef nîşan dide, muxalîfbûnê weke gefeke mezin dibîne û dibe sedema binpêkirinên mafên mirovan ên sereke.” 
 
‘DIKEV ÇARÇOVEYA SÛCÊ ŞER’
 
Bi domdarî di pêşnûmeyê de hat gotin ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hedef hatine girtin û hatine qetilkirin û wiha hate gotin: “Îktîdar, li şûna daxuyaniyê bide, zextê li kesên bertek nîşan didin dike. Hedefgirtina sivîl û rojnamegeran a li qadên sivîlan li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye û di Xala 8/2/b/îî ya Statûya Romayê jî sûcê şer e. Parastina rojnamegeran a li qada pevçûnê û hedefnegirtina wan, di çarçoveya hiqûqa mirovaparêz a navneteweyî de hatiye diyarkirin. Gel li bendê ye ku daxuyanî wer dayin ka rola Tirkiyeyê di vê cînayetê de heye lê berevajî vê, kesên bertek nîşan didin hedef tên girtin.” 
 
Bi domdarî biçavkirina rojnameger Nevşîn Mengu, Ozlem Zengîn, Seyhan Avşar, girtina 6 rojnamegeran û lêpirsîna derheqê Baroya Stenbolê de bi vê boneyê hatiye vekirin bi bîr xist. 
 
Herî dawî wiha hate gotin: “Di serî de ji bo derheqê kuştina rojnamegerên li derveyî sînor hedef hatine girtin lêpirsîn were destpêkirin, ji bo heqîqet derkeve holê, ji bo astengiyên li pêşiya azadiya xweîfadekirinê yên li Tirkiyeyê bên rakirin û li gorî hiqûq û demokrasiyê nêz bibin, divê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were vekirin.”