ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir

  • rojane
  • 16:53 23 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku ji bo cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn radestî malbatên wan bên kirin, wan serî li saziyên têkildar dane û xwestin ku ev serlêdana wan di zûtirin demê de bê bersivandin. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan de hatin qetilkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. ÎHD’ê, da zanîn ku malbatên rojnamegeran serî li komeleya wan da ye. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku malbatan ji bo cenazeyan bînin alîkariya hiqûqî ji komeleya wan xwestiye û ev agahî hatin dayin: “Ji bo hemwelatî bikarin mafê xwe yê definkirina cenazeyên xizmên xwe ya li gorî ritûelên olî û kevneşopiya xwe, divê otorîteya cemaweriyê hemû derfetên xwe bi kar bîne û ev pêvajo di demekî herî kin de biencam bibe. Nexwe dê êşa malbatan girantir bibe. Weke Şaxa ÎHD’a Amedê, ji bo cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan radestî malbatên wan bên kirin, me serî li saziyên têkildar da. Em dixwazin ku karûbarên pêwîst tavilê bên destpêkirin.”