'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'

  • rojane
  • 09:47 24 Kanûn 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku li Sûriyeyê aştî bi pêkhateyeke piralî pêkan e û got: "Li Sûriyeyeke pirnasnameyî de, modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, modeleke ku li gor rizaya civakê ye." 

Piştî rûxandina rejîma Baas a 61 salî ya li Sûriyeyê di 8’ê Kanûnê de, hikûmeteke demkî ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve hat avakirin. HTŞ'ê ku di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê û gelek welatan de ye gelek welat didin der ku wê wekî hikûmeteke rewa nas bikin û HTŞ'ê jî dest bi eşkerekirina "xetên xwe yên sor" kir. Di demeke wiha de ku êrişên Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (ANS) li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, li deverên ku elewî lê dijîn yên wekî Lazikiye, Tertûs û Humusê bûyerên îşkence û revandinê zêde dibin. Ji aliyê din ve Îsraîl li Sûriyeyê ku ji başûr ketibûyê, pêşveçûna xwe didomîne.
 
Ji bo aştiyeke mayînde li Sûriyeyê ku hîna nakokî lê didomin, QSD’ê modela rêveberiyê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji hemû welêt re pêşniyaz kir û Durzî jî daxwaza federasyonê kirin.
 
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz rewşa Sûriyeyê û şert û mercên aştiyeke mayînde nirxandin.
 
Tahmaz destnîşan kir ku piştî ku HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rêveberiya xwe ya li Îdlibê veguhastine vir û dest bi pesindayînê hatiye kirin, lê her çendî bajarekî biçûk e jî, li wir gelek binpêkirinên mafên mirovan jî hene. Tahmaz da zanîn ku pêvajoya ku kir Esad biçe rasterast bi Sûriyeya ku hêzên cîhanî û herêmî dixwazin wê dîzayn bikin ve girêdayî ye û got: "Ji ber ku rêveberî bi hêza leşkerî û siyasî ya HTŞ'ê neguheriye. Girîng e ka rola wê çi ye. Gotinên Tirkiyeyê ya n jî yên HTŞ'ê hin tiştan eşkere dikin. Peyamên ku tên dayîn, fikarên civakê rewa dikin û zindî dihêlin. Kesê ku ne xwedî dewlet, ne sazî û ne jî pere ye, ez pir bê tecrube dibînim ku radibin xeta xwe ya sor a der barê Sûriyeyêd e diyar dikin. Nêrînên komên kurd û elewî û Durzî û jinan hene. Ev fikar ji ber perspektîfa HTŞ'ê ne. Dema ku em bi perspektîfa Iraq û Afxanistanê li herêmê binerin, em ê nikaribin niha hukmekî bidin." 
 
DIYALOG 
 
Tahmaz anî ziman ku ne diyar e ku wê li bara civakê çi beramberiyeke gotinên Colanî henin û got ku lê şerê 13 salan berberiyeke mezin afirandiye. Tahmaz destnîşan kir ku ji bo Sûriyeyê tekane rê diyaloq e. 
 
AŞTIYA HERÊMÊ
 
Tahmaz got: "Eger li Sûriyeyê aştî yan jî sîstemeke mayînde pêk were, divê daxwazên Kurdan û Durziyan bi awayekî cidî bên nirxandin." 
 
Tahmaz destnîşan kir ku sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, di avakirina Sûriyeyê de xwedî destkeftiyên mînak e. Tahmaz destnîşan kir ku divê pêvajo ji aliyê sûriyeyiyan û dînamîkên siyasî yên Sûriyeyê ve bê meşandin û got: "Di Sûriyeyeke pirnasnameyî de, modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, modeleke ku li gor rizaya civakê ye."
 
ROLA OCALAN
 
Tahmaz diyar kir ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêş dikeve jî bi rewşa li Sûriyeyê ve girêdayî ye. T%ahmaz anî ziman ku ew bangên tên kirin hêja dibîne û got ku axaftina Ocalan wê atmosfera aştiyê biafirîne û xurt bike. 
 
Tahmaz diyar kir ku divê ezmûna dawî ya Iraqê li ber çavan bê girtin û îşaret bi girîngiya aştiyê kir.
 
MA / Tolga Guney