Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir

  • rojane
  • 11:48 31 Kanûn 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Rêveberê DEM Partiyê yê Cizîrê Ahmet Baysoy ku zêdetirî 40 sal in di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digirt, jiyana xwe ji dest da. 

Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê navçeya Cizîr a Şirnexê Ahmet Baysoy (74) ku zêdetirî 40 sal in di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digirt û di nava gel de bi navê Ehmedê Komando dihat naskirin, îro li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Baysoy ku nexweşiya wî ya dil hebû û zêdetirî meheke li beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Baysoy, hem rêveberê DEM Partiyê yê Cizîrê hem jî yek ji şahidên Newroza Cizîrê ya sala 1992’yan bû. 
 
Piştî karûbarên otopsiyê, dê cenazeyê Baysoy li Goristana Asrî ya Cizîrê bê definkirin.