Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe

  • rojane
  • 12:33 31 Kanûn 2024
  • |

AMED – Fahriye Ceylan piştî 32 salên dîlgirtinê li bajarê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin.

Fahriye Ceylan 32 salan li girtîgehê ma û herî dawî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê dihat girtin, duh hat berdan. Fahriye Ceylan îro li bajarê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin. Parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Ceylan Akça Cupolo û Adalet Kaya, malbata Fahriye Ceylan, Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî û Hikumxwaran (TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, MEBYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî resepsiyona li balafirgehê bûn. Fahriye Ceylan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin û piştre tevî kesên hatibûn pêşwazîkirinê derbasî mala malbatê ya navçeya Bismilê bû.
 
DER BARÊ FAHRIYE CEYLAN DE
 
 Fahriye Ceylan di sala 1992'an de li Amedê hat binçavkirin û girtin. Ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê” cezayê muebbetê lê hat birîn. Fahriye Ceylan a ku di 18 saliya xwe de girtî bû, di dema binçavkirinê de şandin girtîgehên Amedê, Êlih û Edeneyê. Fahriye Ceylan a ku herî dawî şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Alanyayê, diviyabû di çileya 2022’an de bihata berdan. Lê belê ji ber hincetên wekî "samîmî tevnegeriyaye", "poşman nebû" û "li gorî rêziknameyê spor nekiriye" berdana Fahriye Ceylan 6 caran hat taloqkirin. Fahriye Ceylan piştî 32 salan di 30'ê kanûnê de hat berdan.