Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin

  • rojane
  • 13:13 31 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Koma paramîlîter a girêdayî dewleta tirk SMO’yê derdora Pira Qereqozaqê û Xaçerêya Sirînê bombebaran kir. Êrişên ser herêmê didomin. 

Ji 27’ê Mijdarê heta niha êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî berxwedaneke mezin li dijî van êrişan raber dike. 
 
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter bi taybet jî êrişî Minbic, Tişrîn, Sirîn û derdora Qereqozaqê dike û HSD jî bersivên tund dide wan. Hêzên êrişkar ên nikarin pêş bikevin, herêmê ji hêla hewayî ve bombebaran dikin. 
 
DERDORA PIRA QEREQOZAQÊ
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter derdora Pira Qereqozaqê bombebaran kirin. Hêzên navborî ku li hemberî berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbên giran dixwin, bi çekên giran û topên hewanê êrişî herêmê dikin. Hat zanîn ku heta niha zêdetirî 25 top li herêma navborî ketine. 
 
XAÇERÊYA SIRÎNÊ Û DERDORA WÊ
 
Di heman demê de hêzên êrişkar bi çekên giran Xaçerêya Sirînê û derdora wê jî bombebaran dikin. Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin. Hat zanîn ku êrişên li ser herêmên navborî didomin.