Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome

  • rojane
  • 13:13 31 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin di roja 9’an de didome. 

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 9’emîn de didome. Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiya îro bûn. 
 
Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin ser sînorê Kobanê, dest bi nobetê kirin. Li cihê nobetê pankarta bi nivîsa “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” ku wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûnê de ji hêla dewlet tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin li ser bû û pankarta “Rojava rûmeta me ye” hatin hilgirtin. Berxwedana çalakvanan a li ser sînor didome.