ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN

img
* Li Wargeha Mexmûrê çalakvanên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nobedê de ne, diyar kirin ku peyema Abdullah Ocalan girîng e û gotin: "Pêvajoya aştiyê ji ya şer talûketir e. Ji ber wê divê her kes hessas tevbigere û tevlî vê pêvajoya ku serokatî daye destpêkirin bibe." 
 
* Şaredariya Xelfelî ya DEM Partiyî, tevî texrîbatên qeyûman jî rengê navçeyê diguherîne. 
 
* XWendekarên Zanîngeha Dîcleyê, diyar kirin ku tê xwestin ku dosyeya Rojîn Kabaîşê di bin navê "xwekuştinê" de bê girtin û gotin ku ji bo ronîkirina bûyerê dê bitêkoşin. 
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan dê beşdarî nobeda li sînorê a li Hatayê bibin. (11.00-18.00)
 
* Dê li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.00)
 
* DFG, dê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a di sala 2024'an de eşkere bike. (13.00)
 
* Dê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin bên bibîranîn. (13.00) 
 
* Li Amed, Êlih û COlemêrgê dê xizmên windayan çalakiyên xwe yên heftane li dar bixin. (12.00)
 
* Çalakiyên li sînorê Qamişlo û Kobanê wê bidomin. (12.00-17.00)
 
* Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1031'emîn li dar bixin. (12.00)
 
* Dê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.00)