Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di sala 2024’an de 63 kolberên kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di sala borî de 63 kolberên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û her wiha 233 kolber jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di sala borî de her wiha 233 kolberên Kurd jî di gulebaran û êrîşa raste rast ya hêzên rejîma Îranê de, birîndar bûne.
 
Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber astengî û rêgiriyên rejîma Îranê ya li pêşiya rêxistin û çalakvanên mafê mirovan di şopandin û lêkolînkirina binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê, bîlançoya pêwîst nehatiye komkirin.